‘DMME bi biryara xwe dibe şirîkê sûcê dewleta Tirk’

Wekîlê berê yê HDP`ê Faysal Sariyildiz û endama Koordînasyona KJAR`ê Ciwana Sînê diyar kir ku biryara DMME`yê li dijî exlaq e û DMME bi helwest û biryarên xwe dibe şirîkê sûcê dewleta Tirk.

‘DMME bi biryara xwe dibe şirîkê sûcê dewleta Tirk’
15 cotmeh, 2018   05:13

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal e li girava Îmrali dîl e. Ev 3 sal e têkildarî rewşa Ocalan tu agahî nayên wergirtin û serlêdanên parêzer, malbat û heyetan ên hevdîtinê tên redkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana der barê îşkenceya fizîkî ya sala 2008’an de nirxandibû û di 27’ê Îlonê de diyar kiribû ku “têra xwe delîl tune ne” ku îşkence li Ocalan hatiye kirin.

Têkildarî biryara DMME`yê wekîlê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê bajarê Şirnexê yê bakurê Kurdistanê Faysal Sariyildiz û endama Komîteya Dîplomasiyê ya KJAR`ê Ciwana Sînê ji ajansa me re axivîn.

Faysal Sariyildiz diyar kir ku pêwîst e DMME tecrîda giran a li ser Ocalan di ber çavan re derbas bikira, lê mixabin bi erkên xwe ranebû.

‘Tecrîd delîla îşkenceyê ye’

Faysal Sariyildiz bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal e dîl e û wiha domand: “Ocalan bi kiryarên xerab û cureyên îşkenceyê re rû bi rû maye, her wiha hevdîtin  û serlêdan jî ji bo Ocalan hatine qedexekirin. Li gorî qanûnên DMME û Ewropayê ev yek sûc e. DMME bi helwest û biryarên xwe dibe şirîkê sûcê dewleta Tirk. DMME der barê tecrîdkirina Ocalan de gotibû “Têra xwe delîl tune ne.” Jixwe qedexekirina hevdîtin û serledanan delîla tecrîdê ye.”

‘Siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne krîzê kûr û dirêj dike’

Sariyildiz destnîşan kir ku dewleta Tirk bi tecrîdkirina Ocalan dixwaze gelê Kurd û tevgera azadiyê şantaj bike û wiha dewam kir: “Nexasim sîstema faşîst a dewleta Tirk di van salên dawîn de tecrîd giran kiriye. Kes rewşa Ocalan nas nake û ev xetereyeke mezin e. Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe hemû pîvanên navneteweyî binpê dike û her wiha bêhiqûqiya xwe jî nîşan dide. Piştî berxwedana Kobanê ku bi banga Ocalan gelê Kurd û taybet gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê xwedî li Kobanê derket, êdî gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê gavên girîng ji bo demokratbûna Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê avêtin. Piştî van serkeftinan, dewleta Tirk bi hemû şêwazên qirêjî tecrîd girantir kir. Hêzên navneteweyî jî li hemberî tecrîdê bê deng in. Siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne krîzê kûr û dirêj dike.”

‘Ocalan ji bo hemû gelan kedeke mezin da’

Wekîlê berê yê HDP`ê Sariyildiz diyar kir ku heke Ocalan fizîkî azad bibe Rojhilata Navîn ji krîzê xilas dibe û têkçûna hegemonîk a serdest dê pêk were û wiha domand: “Ocalan ji bo hemû gelan kedeke mezin da, ji bo wê hêzên serdest li pêşiya fikr û felsefeya Ocalan disekinin.”

Ji aliyekî din ve jî Ciwana Sînê jî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “Sîstema Îmraliyê di bin kontrola hemû komplogeran de ye. Di kesayeta Rêber Apo de vîna gelan dikin hedef.”

‘Krîzên Rojhilata Navîn bi pêşdîtin û nirxandinên Ocalan dê çareser bibin’

Ciwana Sînê diyar kir ku sîstama Îmraliyê di encama dijberiya demokrasî û pêşîgirtina serkeftinên gelan de hatiye avakirin û ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: “Nirxandin û pêşdîtinên Rêber Apo li ser gelan û gerdûnê de her dem rast derdikevin. Ger nirxandin û dengê Serok Apo bigihîje gelên Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriyeyê û tevahiya Rojhilata Navîn, wê krîzên wan welatan werin çareserkirin. Lewre dewleta Tirk bi tecrîdkirina Ocalan naxwaze krîzên welatan werin çareserkirin. Dewletên komploger destpêkê dixwest bi tewana “terorê” pêşî li belavbûna fikrên rêber Apo bigirin lê ev yek bi ser neket, niha jî bi tecrîdkirina giran a li ser Ocalan dixwazin heman tiştî bikin.”

‘Ocalan bi têkoşîna xwe armancên dewletên komploger têk birin’

Ciwana Sînê têkildarî biryara DMME`yê got biryar li dijî exlaq e û ji rastiyê dûr e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca dewletên komploger dixwestin bi  tecrîdê fikr û ramanên serok Apo biguherin û têkoşîna wî vala derxin. Lê bi têkoşîn û berxwedana rêber Apo ev armanca wan jî têk çû. Bi fikr û ramanên serok Apo gelên cîhanê xwe perwerde dikin, mînaka herî berbiçav jî sîstema rojavayê Kurdistanê ye.”

ANHA