'Komploya Navdewletî li dijî fikra Neteweya Demokratîk berdewam e'

Endamên rêveber ên kampên Berxwedan û Serdemê gotin êrîşa li ser Efrînê domandina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

'Komploya Navdewletî li dijî fikra Neteweya Demokratîk berdewam e'
15 cotmeh, 2018   06:40

CEFER CAFO - XANDÎ ELO / ŞEHBA

Berpirsên kampên Berxwedan û Serdemê yên li Şehbayê der barê komploya li dijî Ocalan û têkiliya wê bi dagirkirina Efrînê re ji aliyê dewleta Tirk ve ji ajansa me re axivîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Kampa Berxwedan Qaziqlî Silêman li ser girîngiya şoreşa Rojava axivî û wiha got: "Dema ku Sûriyê di nav şer û nakokiyan de bû, şoreşa Rojava li dar ket. Ev şoreş her çû berfireh bû û gihaşt herêmên Bakurê Sûriyê. Hemû destkeftiyên şoreşê ji bingehên xurt ên fikra Neteweya Demokratîk hatin bidestxistin. Di oxira wê de bi hezaran ciwanên Bakurê Sûriyê şehîd bûn. Ev herêm niha di nav aramî û ewlehiyê de ye."

Di berdewama gotinên xwe de Silêman fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wekhevî û yekitiyê bi nav kir û wiha domand:"Hemû dewletên kapîtalîzmê tê gihîştin ku Ocalan dê li ser wan xeternak be. Ji ber wê bi Komployekê Navdewletî ew girtin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê komînekî li Kampa Berxwedan Ebdulrehman Xelîl got êrîşa li ser Efrînê berdewamkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: "Pêkhatina fikra demokratîk li ser bingeha Neteweya Demokratîk li Efrînê, dewletên kapîtalîzmê li ser xwe xeter dîtin. Ji ber wê û bi rêya Tirkiye û çeteyan êrîş birin ser Efrînê. Di rastiyê de ev êrîş li dijî fikrên Neteweya Demokratîk e û berdewamkirina Komploya Navdewletî ye."

Di dawiyê de Xelîl got: "Şêniyên Efrînê piştî ku neçar man ji Efrînê derkevin, xwe li herêmên Şehbayê bi rêxistin kirin. Ji ber wê em di kampan de û di nav malên wêrankirî de heta azadiya Ocalan dest ji berxwedana xwe bernadin."

(şx)

ANHA