ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15.10.2018
15 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Partiya Sûriye Pêşerojê bi boneya salvegera yekem a rizgakirina bajarê Reqayê şahiyekê li stada Beledî li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Qamişlo, cenazeyê şervana YPJ‘ê Berfîn Amed li Pakrewangha Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi duşmeya "Parastina ji hemû cureyên êrîşan berxwedana hebûnê ye" Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Tirbespiyê şahiyekê li dar dixe, saet 16:00.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hovîtiya leşker û çeteyên artêşa Tirk a girker a der heqê sivîlên Efrînê didomin. Hêzên dagirker her cura binpêkirinên revandin, talankirin û şewitandina mal û milkên sivîlan û xwestina pereyan li Efrînê pêk tînin. Şêniyên kantonê nasnameya du kesên ku sivîlan direvînin û hin ajanan eşkere kirin. Li aliyekî din jî dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide çeteyên di nav xwe yên Kurd tesfiye bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevgirtin û kombûna şêniyan û bi destekdayîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk di salekê de aliyê xizmetguzarî û xwe birêvebirinê ve gavên girîng avêtin. Her wiha derdora 200 hezar malbat vegeriyan bajêr. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berxwedana Serdemê ya li hemberî teknîka herî pêşketî ya duyemîn hêzê di NATO‘yê de ku bi pêşengtiya YPG/YPJ û gelê şoreşger hate raberkirin, hêz û vîna gelê berxwedêr îspat kirin. Şervanan bi vîneke xurt bê tereddud li hember dagirkeriyê sekinîn û çîrokên efsanewî nîşan dan. Çalakiyên şervanan li gundê Xelîl û cenga gundê Demilya jî mohreke li dîroka berxwedanê da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Şaxê Girkê Legê ya Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ya têkildarî rewşa siyasî civînekê li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Azad Oso, diyar kir ku rêjîm û opozisyon sedema kûrkirina aloziyê ne û teqez kir ku amadekirina destûra nû ya Sûriyê bêyî beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyê bi ser nakeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên kampên Serdem û Berxwedan diyar kirin ku dagirkirina Efrînê berdewama komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Wekîlê berê yê HDP`ê Faysal Sariyildiz û endama Koordînasyona KJAR`ê Ciwana Sînê diyar kir ku biryara DMME`yê li dijî exlaq e û DMME bi helwest û biryarên xwe dibe şirîkê sûcê dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jina bi navê Efaf Hecî Izo kevneşopiyên paşverû ku li pêşiya jinan dibûn kelem şikandin û xwe fêrî sererastkirina amûrên kehrebeyê dike û dibe pispor. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê çalakiyên xwe yên bi dirûşma "Bi hev re ji bo hezkirina çand û perwerdeyê di hişê zarokan de biçînin" didomînin. Çalakiya îro li dibistana gundê Ugla tê organîzekirin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li bin konên kampên penaberiyê bi hezaran çîrok hene. Çîrokên koçberên Kampa  Tel El-Beyia rêwîtiya koçberiyê , azarên li xurbetiyê û bê çarebûn vedibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina zivistanê re gelek riyên bajarê Hesekê yê Herêma Cizîrê hê xirabûyîne û bi hewcedariya sererastkirinê ne. Şaredarî ji ber kêm derfetan dê bi awayekî demkî vê pirsgirêkê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkarên Kantona Girê Spî dest bi hilbirîna berhemê zebeş kirin. Cotkar hêvî dikin ku ev mewsim ji genim, ceh û bempo baştir be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA