Reqa piştî salekê: kedên mezin di aliyê xwebirêvebirinê, xizmetguzarî û jinûve avakirinê de- 1

Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevgirtin û kombûna şêniyan û bi destekdayîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk di salekê de aliyê xizmetguzarî û xwe birêvebirinê ve gavên girîng avêtin. Her wiha derdora 200 hezar malbat vegeriyan bajêr.

15 cotmeh, 2018   05:05

REQA

Di nava salekê de, ango piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ‘ê şêniyên Reqayê birêxistinbûna xwe û rêveberiya xwe bi pêş xistin. Meclisa Sivîl a Reqayê di hemû aliyan de xizmet pêşkêşî şêniyan kir.

Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirinê dest bi sazkirina Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê kir. Meclisê xebatên xwe bi sazkirina komîteyeke amadekar dest pê kir, komîteyê ku bi 6 endaman dest pê kir, niha gihaştiye 7 hezaran.

Avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê

Piştî rêzecivînan bi rûspî û şêxên herêmê re di 18‘ê Nîsana 2017‘an Meclisa Sivîl a Reqayê hate ragihandin. Ji bendên sereke yên avakirina meclisê, ji nû ve avakirna herêmê ye.

Meclisa Sivîl a Reqayê di serî de girîngî da vegera sivîlên ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ‘ê koçî deverên din bûne. Her wiha şênî di nava meclis û komînan de bi rêxistin kirin.

Piştî hêzên QSD'ê bajarê Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, Meclisa Sivîl a Reqayê di 20‘ê Cotmeha 2017‘an de avakirina komîteyeke amdekar ji bo ji nû ve sazkirina sazûmaniya meclisê ragihand. Komîteya Amadekar a avakirina meclisê demildest rêzecivîn ji şêniyên herêmê re li dar xistin. Pêşê Meclisa Sivîl a Reqayê di 10‘ê Çileya 2018‘an de bi armanca berfirehkirinê xebatê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de meclisên qanûnsaz û rêveber, her wiha komîteyên meclisê hatin avakirin.

Meclisê xebatên xwe bi birêxistinkirina şêniyan di nava komîn û meclisan de dest pê kir da ku karibin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Meclisê di nava salekê de ango piştî rizgarkirinê 34 meclis li bajêr û gundewarên wê ava kirin. Li gorî hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa, Reqa ber bi xwerêveberinê di nava rêveberiyeke hevbeş a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di bin banê MSD‘ê de diçe.

Qanûn û avakirina komîteyên rêveber

Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca kar û xizmeta şêniyan qanûn derxistin, ev qanûn ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hatin erêkirin, ji wan qanûnên Erka Xweparastinê û qanûna muxalefetên çandiniyê.

Di aliyê rêvebirina qanûn û biryaran de, Meclisa Rêveber hejmareke komîte ava kirin; Komîteya Jinûveavakirinê, Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Komîteya Jinan, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Karûbarên Civakî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Komîteya Hundirîn û Komîteya Ciwanan. Piştî vegera şêniyan meclisê xebatên xwe berfirehtir kirin. Di vê çarçoveyê de komîteyên Enerjî û Vegihînê, Çandinî û Avdan, Şûnwar û Turîzmê û Komîteya Çand û Hunerê ava kirin.

Komîteyan di nava salekê de roleke girîng di rêvebirin û perwerdekirina şêniyan û avakirina herêmê de lîst.

Meclisa Sivîl, piştî demeke kurt ji damezirandinê, Komîteya Jinûveavakirinê sazkir. Komîte ku kesên pispor di nav xwe de dihewîne, bi armanca paijkirina bajêr ji bermahiyên çeteyan hate avakirin. Komîteyê di serî de xebatên paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer da destpêkirin. Lê mayinên ku ji aliyê çeteyan ve hatibûn çandin li pêşiya xebatên meclisê dibûn asteng. Komîteyê piştî xebateke berfireh tevahî bajar ji bermahiyêm şer paqij kirin.

Komîteyê 13 pirên di navbera bajar û gundan de sererast kir, ji wan bi awayekî demkî hatin sererastkirin wekî pira Reqa-Semra, Sewami, Marûdê, Romaniyê, Wadî Feyd, Hawî Hewa, Şinênê, Kalit, Zahra, Miêzîlê, Esediyê, Ednaniyê, û Sehlebiyê. Niha jî amadekariyên sererastkirina pira Reqaya Kevn a li ser çemê Firatê tê kirin.

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayê Komîteya Jinûveavakirinê ya Reqayê zêdetirî 3 hezar cenaze ji gorên komî rakirin, xebatên derxistina cenazeyan berdewam in.

Têkildarî avdanê jî Komîteya Jinûveavakirinê pompê avê yê li gundê Edananiyê yê dikeve bakurê bajêr, her wiha kenalên avdanê Yekemama û Zahra xistin xizmetê. Bi aktîfkirina pompan re cotkar dikarin derdora 60 hezar donim zeviyên xwe av din. Komîteyê her wiha stasyona ava vexwarinê ya sereke, stasyona ava Meslex, Zahra, Kalta, Widyan û Sefsafayê sererast kir û xiset xizmetê.

Têkildarî astengiyên ku têne kişandin, berpirsê Komîteya Jinûveavakirinê Îbrahîm El-Hesen diyar kir ku kêmbûna derfetan û neşandina alîkariyan ji hêla rêxistinan ve li pêşiya wan dibin asteng.

Şaredarî

Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan roleke sereke di jinûveavakirina bajêr de lîst. Komîteyê 7 şaredarî ava kirin; Reqa, Hizêmê, Kesrat, Hemrat, Keramê, Kidêran û Esedeyê.

Komîteyê ji sedî 95 kanalên avê sererast kirin û av gihand hemû taxên bajêr, di heman demê de rêyên xirabûyî sererast dike. Heta niha 6 hezar m3 rê û kolan qîr kirin.

Komîteyê ji bo peydakirina nan, 78 firne vekirine ku rojane 165 ton nan dipeje.

Perwerde

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, ruxmî gelek astengiyan û rûxandina gelek dibistanan jî aliyên çeteyên DAIŞ‘ê ve dikarî heya asteke balkêş ji nû ve rih bide qada perwerdeyê. Komîteyê destpêkê têkilî bi şêniyên gundewarên Reqayê re çêkir da ku zarokên ji bo perwerdeyê qeyd bikin. Komîteyê hemû astengiyên ku derketine dikarî derbas bike, dibistan û navendên perwerdeyê vekirin, hejmara xwendekarên li herêmê 63 hezar û yên mamosteyan jî 2 hezar 600 in.

Têkildarî sala nû ya perwerdeyê, komîteyê ji bo pêşxistina asta mamosteyan akademî vekirin.  Di vê çarçoveyê de 4 hezar 100 mamoste di nava 2 mehan de perwerde dîtin. Jê 3 hezar û 800 li dibistanan hatin vesazkirin. Li gundewarên Reqayê jî 281 dibistan hatin vekirin, li van dibistanan 110 xwendekar têne perwerdekirin. Komîteyê her wiha pêwîstiyên xwendinê li dibistan û xwendekaran belav kirin, li aliyekî din jî 12 hezar depreşk li dibistanan belav kirin û derî û pencereyên wan sererast kirin.

Berpirsên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê  diyar kir ku komîte heya niha pêşwaziya xwendkaran dike û ziyanên ku gihaştine dibistanan, sererast dike.

Tenduristî

Komîteya Tenduristiyê karê xwe ji komîteyên din ne dûrtir e, nemaze ji ber şerê li herêmê rû daye, belavbûna nexweşiyan ji ber kêmbûna xwarin û vexwarinê, her wiha nepaqijiyê. Li ser vê yekê endamên komîteyê gelek xebat dan pêşiya xwe da ku rê li ber van pirsgirêkan bigirin. Di serî de komîteyê pêngava aşlekirina zarokan organîze kir, di vê çarçoveyê de 122 hezar û 342 zarok ji 6 saliyê heya 12 saliyê hatin aşlekirin.

Bi armanca ku xebatên xwe berfireh bike, komîteyê navendên tenduristiyê li gundên Xantûniyê ya rojavayê bajêr, herêma Kerame yê rojhilatê bajêr vekirin. Her wiha nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a jinan di hundirê Nexweşxaneya Wetenî û ya zayînê vekirin. Li nexweşxane û navendên tenduristiyê nexweş bê pere têne tedawîkirin.

Komîteyê her wiha ruxset pêşkêşî 185 dermanxane, 16 depoyên dermanan, 3 laboratuar û 8 nexweşxaneyên taybet kirin. Ji aliyê komîteyê ve yekem navenda xwînê li herêma Reqayê hate vekirin, her wiha navenda nexweşiya talasîmiyayê jî hate vekirin. Komîteyê xwînê dide 216 zarokên ku bi vê nexweşiyê ketine.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê  Dr. Ehmed Îsmaîl diyar kir ku pêwîstiyên wan bi alîkariyê hene, bi taybet ambulans.

200 hezar malbatên Reqayê vegeriyan

Têkildarî vegera şêniyên  Reqayê  jî Komîteya Karûbarên Civakî ku di 18‘ê Nîsana 2017‘an de wekî buro hate vekirin, giraniya xebata xwe da koçberên li kampan û vegera wan. Komîteyê destpêkê kampa Eyn Îsa vekir ku bi hezaran koçberên Reqayê pêşwazî kirin û alîkarî pêşkêşî wan kir.  Di dema ku şer li Reqayê rû dida komîteyê pêşwaziya 160 hezar koçberan kir û pêdiviyên wan ji xwarin, vexwarin û çadir bi cih dianîn.

Piştî rizgarkirina bajar jî, buroyê karê xwe berfireh kir û veguherî Komîteya Karûbarên Civakî. Komîte ji buroyên koçber, astengdar, alîkarî û xebitandinê pêk tê.

Komîteya Karûbarên Civakî piştî rizagarkirina bajar 200 hezar malbatên ku koçber bûbûn, vegerandin Reqayê û alîkariya wan dike. Li gorî komîteyê amadekarî têne kirin ku 3 hezar koçberên li kampa Eyn Îsa vegerînin. Di  heman demê de alîkariyan pêşkêşî 12 hezar koçberên Dêrazor, Heleb û Humis ên li Reqayê bi cih bûne, dike.

Komîteyên din

Komîteyên din ên Meclisa Sivîl a Reqayê jî bê navber xebatên pêşxistina civakê û tunekirina hişmendiya ku çeteyên DAIŞ‘ê li ser civakê ferz kiribû, pêk tînin û di heman demê de civakê bi rêxistin dikin. Ji wan Komîteya Enerjî û Vegihînê, Çandî û Avdan, Turîzm û Şûnwar, Jin, Çand û Huner û Ciwan û Werzîş.

Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê roj bi roj rih dide herêmê, bi derfetên xwe yên kêm û bi desteka Meclisa Sûriyeya Demokratîk gavên berbiçav di aliyê birêxistinkirin û xizmetguzariyê de avêtin.

(bb)

SIBE: CIWANÊN REQAYÊ XWE DI NAVA QSD'Ê DE BI RÊXISTIN DIKIN 

ANHA

" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>