Rohanî Waşinton tewanbar kir ku hewl dide rêjîma Îranê biguherîne

Serokê Îranê Hesen Rohanî îro da xuyakirin ku Amerîka hewl dide sîstema desthilatdariyê li Îranê biguherîne û destnîşan kir ku ew şerê taybet û aborî li dijî welatê wî dide meşandin.

Rohanî Waşinton tewanbar kir ku hewl dide rêjîma Îranê biguherîne
14 cotmeh, 2018   08:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî helwestên dijberiya di navbera Îran û Amerîka de, îro serokê Îranê Hesen Rohanî ragihand ku Amerîka hewl dide sîstema desthilatdariyê ya Îranê biguherîne. Rohanî ev axaftina xwe di hevdîtinekê de bi telefîzyona fermî ya Îranê re bi boneya destpêkirina sala akademiya nû ya zanîngeha Tehranê de kir.

Rohanî diyar kir ku Amerîka şerê taybet û aborî li dijî Îranê dide meşandin û wiha got: "Amerîka komara Îslamî rewa nabîne da ku sîstema desthiltdariyê li Îranê biguherîne".

Rohanî wiha li axaftina xwe zêde kir: "Nerewakirina sîstema Îranê armanca dawî ya Amerîka ye. Dema ku dibêjin guhertina rêjîmê, guhertina rêjîmê çawa dibe? Bi riya derbekirina rewabûnê didin meşandin û bêyî vê yekê rêjîm ti carî nahê guhertin."