Komîteya Amadekirina Meteryalan lêborîn xwest

Komîteya Amadekirina Meteryalan ya girêdayê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê li ser şaştiyên ku di hin pirtûkên meteryalên nû de derketin lêborîn xwest û soza sererastkirina da.

Komîteya Amadekirina Meteryalan lêborîn xwest
13 cotmeh, 2018   15:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Amadekirina Meteryalan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Komîteyê diyar kir ku hin şaştî di pirtûkên meteryalên nû de hene û li ser vê yekê lêborîna xwest, her wiha soza sereratkirinê da.

Komîteyê di destpêka daxuyaniyê de bal kişand li ser hewldanên asîmîlekirina çand û dîroka gelan û astengkirina rola şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê di pêkanîna hêviyên gelek bi taybet di aliyê çandî de.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di rewşên ku li dijî me plan têne kirin de da ku projeya demokratîk a gelê me asteng bikin, me erka berpirsyariyê girt ser milê xwe û ji gel re em bûne cih bîr û baweriyê, ku meteryalên perwerdeyê li gorî sîstemeke demokratîk amade bikin, ku ji bo avakirina nifşekê zane, karibe ji bo civakê bixebite bibe fêde. Ev yek peywireke girîng e, di heman demê de ne hesan e, ji ber ku em bi avakirina nifşekî nû bi taybetmendiyên layiq re li pêşberî pêvajoyeke girîng bin, pêvjoya veguhertina ji demên borî ku dê çand hatibû asîmîlekirin ber bi veguhertinên nû ku rastiyan derxînin ve ne.

Di çarçoveya xebat û tecrubeya me- ku ne ji kêmasiyên me re nabe hincet- me bi hemû hêz û derfetên xwe meteryalên nû amade kir, da ku hewcedariyê pêk bîne û nifşeke zane di her aliyan de, xwedî çandeke demokarîk, bi zimanê dayikê, Erebî, Kurdî û Suryanî ava bikin. Di vî karî de hin kêmasî ji aliyê me ve derketin û me çareser kirin, lê ji ber tercrubeya me nû hin kêmasî xwe ferz kirin, ev jî dê bi awayekî ciddî were çareserkirin.

Heger di salên borî de jî kêmasî di meteryalan de derketin, ev bi nêrîn û têbiniyên şêniyan jî hatin sererastkirin. Bi xebat û hevkariyeke hevbeş em bi ser ketin. Îro di xebatên me yên amadekirina meteryalan de jî hin şaştî derketin, ev yek ji aliyê pispor û aliyên eleqedar ve hatin dîtin û li ser wan em hatin agahdarkirin. Me ji aliyê xwe ve nêrînên wan qebûl kir û em li ser dixebitin da ku derbas bikin.

Wekî Komîteya Amadekar a Meteryalan li ser kêmasiyên derketine em lêborîna xwe dixwazin û tekez dikin ku em ê li pêşberî gelê xwe û xwendekaran berpirsyartiya van kêmasiyan rakin. Di heman demê de em spasiya kesên ku li ser van şaştiyan em agahadar kirine û têbiniyên xwe gihandin me dikin, helwesta wan rastiya niyeta wan a pêşxistina qada perwerdeyê diyar dike.

Em soz didin ku em ê çareke din meteryalan li ber çavan derbas bikin û bang li gelên xwe dikin ku bi me re bibin alîkar da ku bi hev re sîstema perwerdeya demokratîk pêş bikin. her wiha careke din lêborîna xwe dixwazin û em soza xwe dûbare dikin ku em hemû rêbazên perwerdeyê ku rastiya dîrok û şoreşa me ya demokratîk wergerîne, bixebitin."

ANHA