‘Rêxistinkirin û berxwedan tekane rêyên rizgarkirinê ne‘

Li Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê civîn hatin lidarxistin. Di civînan de hate gotin ku tekane rêyên rizgarkirina Efrînê rêxistinkirin û domantina xeta berxwedanê ye.

‘Rêxistinkirin û berxwedan tekane rêyên rizgarkirinê ne‘
13 cotmeh, 2018   16:19

ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrînê li gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û navçeya Ehdas civîn li dar xistin. Civîn bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Efrînê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin. Rewşa siyasî ji aliyê rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Xelîl Efrîn û Leyla Heftaro ve hatin şîrovekirin.

Di civînê de geşedanên dawîn li Sûriyeyê, binpêkirinên hêzên dagirker li Efrînê hatin nirxandin, hate gotin ku dagirkirina Efrînê hatin kirin, xeta netewa demokratîk dike hedef.

Her wiha komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku dewletên desthilatdar vi komploya li dijî Ocalan hewl dide rê li ber belavbûna fikrê û têkoşîna wî ya azadkirina gelên Rojhilata Navîn bê girtin.

Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşînê hatin kirin û hate gotin ku tekane rêya rizgarkirina Efrînê rêxistinkirin û domandina xeta berxwedanê ye.

ANHA