Şerê Tunekirina Terorê: 105 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encamê şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ aşkera kir. QSD’ê diyar kir ku 105 çete hatine kuştin û 5 nûqteyên nû hatin avakirin.

Şerê Tunekirina Terorê: 105 çete hatin kuştin
13 cotmeh, 2018   13:59

NAVNDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê 24 saetên dawî ya Qonxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

Eniya Baxoz: Rêxistina terorîst ji toz û bahozê sûd girt û êrîşî nuqteyên şervanên me kirin, şervanên me bersiva hemû êrîşên terorîstan dan, di encam de bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Terorîstan bi doçka û motorseklêtan careke din êrîş kirin, şervanên me bersiva êrîşên wan û bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin û hejmareke din jî reviyan.

Her wiha hêzên Koalîsyona Navdewletî bargehên rêxistina terorîst kirin hedef.

Eniya Hecîn: Terorîstên DAIŞ‘ê êrîşî nuqteyên hêzên me kirin, şervanên me jî bersiva êrîşên wan da û şer deret. Di şerê li vê eniyê hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin. Di heman demê de balafirên Koalîsyona Navdewletî bargehên rêxistina terorîst kirin hedef û bargeh û navendên fermandariyê hatin rûxandin.

Eniya Behara: Terorîstên DAIŞ‘ê di êrîşên xwe wesayîtên bombebarkirî bi kar anîn da ku xetên pêşîn ên şervanên me bişkînin. Şervanên me bersiva wan da û şer de, di şerê li vê eniyê jî hejmareke terorîst hatin kuştin, keseke xwekujî beriya ku bighêje nuqteyên şervanên me xwe teqandin. Her wiha hejmareke erebeyên wan ên bombebarkirî hatin rûxandin. Terorîstên bê serûber hawn di avêtin deverên şer.

Terorîstên ji bahoza tozê ku li herêmê rû dide, sûd wergerin û êrîşê koçberên Hecînê yên kampa Îwa ya li beramberî Behrayê kirin, di heman demê de tevgera şaneyên veşartî di hindirê kampê de hebû û êrîşî sivîlan kirin.Şervanên me QSD‘ê ji bo parastina koçberan li hemberî wan şer kir.

Di encamê de hejmarek şervanên me piştî ku  bi lehengî şer kirin gihiştin asta şehadetê. Di şer de zêdeyî 20 terorîst hatin kuştin, yên din hejmareke sivîl revandin û reviyan. Hêzên me piştî şer herêm bi temamî paqij kirin û 5 nuqteyên nû ava kirin.

Encam:

Hejmara kuştiyên terorîstan: 105.

Derbeyên balafirên Koalîsyonê: 14

Hejmra fûzên ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve li dijî pargehên terorîstan hatin avêtin:21 fûzên Himars.

Windahiyên terorîstan: Erbeya Hemer doçka li ser, 6 deverên hawan, devereke avêtina fûzan, doçka, 3 wesayît, beldozer hatin rûxandin."