Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan

Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo yekem pêşangeha pirtûkan bi dirûşma ' Ji bo ku em pirtûkên xwe ji bîr nekin' hate vekirin.

Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan
Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan
Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan
Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan
Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan
Ji bo bîranîna nivîskar Tewfîq Huseynî pêşangeha pirtûkan
13 cotmeh, 2018   14:13

QAMIŞLO

Pêşangeh ji bo bîranîna nivîskar û wergervanê Kurd Tewfîq Huseynî yê ku di 18'ê Çileya îsal de çûbû ser dilovaniya xwe, ji aliyê Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê ve hate vekirin

Nivîskar Tewfîq Huseynî 56 pirtûk bi zimanên Kurdî û Erebî nivîsandine û werger kirine.

Pêşangeh bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeya Amûdê, nivîskar û rewşenbîr hate vekirin.

Di çalakiyên vekirinê de endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê yê herêma Cizîrê Dilawer Zenkî bi xêr hatine beşdaran kir û girîngiya pirtûk û xebatên wêjayî di vê dema heses de ku herêm tê re derbas dibe destnîşan kir .

Zenkî wiha got: "Gelek alî hewl didin nasname û çanda gelan biçewsînin. Ji ber wê divê nivîskar van êrîşan belge bikin û rola civakê bi pêş bixin."

Zinkî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku erka belavkirina çanda gelên herêmê destpêkê dikeve ser milê nivîskar û rewşenbîran û wiha anî ziman: " Berhemên nivîskaran niha ji bo me pir girîng in, da ku em ji cîhanê re xuya bikin ku hemû gelên herêmê ji bo hebûn û çanda xwe tê dikoşin."

Ji aliyê xwe ve hevserokê Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê yê Amûdê Rêber Agirî axivî û destnîşan kir k u armanca pêşangehê ew e ku nivîskaran teşwîqî nivîsê bikin. Agirî hemû kesên ji bo xuyakirina çanda gelan ked dane bi bîr anî weke nivîskar Tewfîq Huseynî.

Di pêşengehê de 2 hezar û 500 pirtûk û çîrok ji berhemên nivîskarên Herêma Cizîrê bi her du zimanên Erebî û Kurdî hatin pêşkeşkirin.

Tê payîn ku pêşengeh dê du rojan bidome.

(şx)

ANHA