Leşkerên Tirk li Dirbêsiyê sivîlek birîndar kirin

Hêzên dagirker ên Tirk gule li gundekî navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê reşandin. Ji ber êrîşa leşkerên Tirk  sivîlek birîndar bûn.

Leşkerên Tirk li Dirbêsiyê sivîlek birîndar kirin
11 cotmeh, 2018   17:17

HESEKÊ

Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gule li gundê Gir Mişkê yê Dirbêsiyê reşand. Di êrîşê de sivîlekî bi navê Delîl Dawid Şêxo yê (36) birîndar bû.

Delîl di milê xwe yê çepê de birîndar bû, li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo tê dermankirin.

ANHA