Navenda Aram Tîgran beşdarên  Mîhrîcana Zarokan xelat kirin

Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya navçeya Girkê Legê komên girêdayî navendê yên ku beşdarî 4'emîn Mihrîcana Hunera Zarokan a herêma Cizîrê bibûn, xelat kirin.

Navenda Aram Tîgran beşdarên  Mîhrîcana Zarokan xelat kirin
Navenda Aram Tîgran beşdarên  Mîhrîcana Zarokan xelat kirin
Navenda Aram Tîgran beşdarên  Mîhrîcana Zarokan xelat kirin
Navenda Aram Tîgran beşdarên  Mîhrîcana Zarokan xelat kirin
Navenda Aram Tîgran beşdarên  Mîhrîcana Zarokan xelat kirin
11 cotmeh, 2018   18:03

QAMIŞLO

Komên çandî yên taybet bo zarokan yên girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê beşdarî 4'emîn Mihrîcana Hunera Zarokan a Herêma Cizîrê ku di 1'ê meha Îlonê de hate lidarxistin, bibûn.

Bi armanca xelatkirina komên beşdarî mîhrecanê bibûn, Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner şahiyek li hola navendê li dar xist. Bi dehan şênî û endamên koman beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de komên Şehîd Serhed, Şehîd Yekta, Berfa Çiya û Kulîlkên Stranê stranên gelêrî ji çanda Erebî pêşkeş kirin.

Şahî bi xelatkirina endamên komên ku beşdarî 4'emîn Mihrîcana Hunera Zarokan bûne bi dawî bû.

(şx)

ANHA