‘Tirkiye ditirse desthilata wê hilweşe, lewma hewl dide dengê rastiyê qut bike’

Rojnamevanên bajarê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta derbeya leşkerî rojnamevan û siyastemedarên ku li dijî hikumetê têkoşînê dikin, digire û dewleta Tirk ditirse ku desthilatdariya xwe hilweşe, ji ber vê yekê hewl dide dengê rastiyê qut dike.

‘Tirkiye ditirse desthilata wê hilweşe, lewma hewl dide dengê rastiyê qut bike’
11 cotmeh, 2018   07:46

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Rojnamevanên Kurd ên Kobanê têkildarî girtina zêdetirî 100 siyasetmedar û rojnamevanên Kurd li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 9'ê Cotmahê de ji aliyê hikumeta AKP`ê ve, ji ajansa me re axivin.

Rojnamevan Lezgîn Mihemed: Dewleta Tirk bi rêya girtina rojnamevanan hewl dide rastiya aloziya xwe ya hundirîn veşêre. Dewleta Tirk van siyasetan pêk tîne ji bo ku xwe ji hilweşînê biparêze û demê qezenc bike. Dewleta Tirk bi hinceta hewldana derbeya leşkerî ku di sala 2016'an de pêk hatibû, rewşa awarte ragihand. Piştî wê gelek siyasetmedar û rojnamevanên Kurd girtin. Tirkiye li dijî her kesekî ku bi demokrasiyê û azadiyê bang dike, siyaseteke dîktatorî dimeşîne.

Rojnamevan Cemal Balî: Hikumeta AKP'ê bi rêya girtina rojnamevanan û qedexekirina derbasbûna wan ji herêmên Bakurê Sûriyeyê re da ku rastiyên şoreşa Bakurê Sûriyeyê aşkera nekin, nagihîje armanca xwe. Divê Erdogan zanibe ku ew bi ser nakeve û nikare dengê heqîqetê qut bike û veşêre. Tirkiye rojnamevanên ku rastiya aloziya Tirkiyeyê û binpêkirinên wê yên şovenîst der heqê gel de derdixin holê, digire.

(şx)

ANHA