Li Reqayê amadekariyên zivistanê

Bi armanca peydakirina debara herêmê, cotkarên herêma El-Kesrat a gundewarên başûrê Reqayê amadekariyên çandina mewsima zivistanê wekî xiyar, bacanên sor, bexdenus û hwd. dikin.

Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
11 cotmeh, 2018   07:51

EMAR EL-XELEF - HEMED EL-MISTEFA / REQA

Herêma El-Kesrat ji girîngtirîn herêmên çandiniyê li bajarê Reqayê ye û çavkaniya debara jiyanê ya gelê Reqayê ye. Ji ber ku piraniya şêniyên herêmê debara xwe bi çandiniyê dikin. Her wiha herêma El-Kesrat bi çandina hemû cureyên sebzeyan navdar e.

Yek ji taybetmendiyên axa herêma El-Kesrat sor e û madeya azotê tê de heye, ev made jî dihêle ku sebze, fêkî, genim û hwd. bi awayekî baş derkeve. Qadên çandiniyê li herêma El-Kesrat zêdetirî 15 hezar donim e û piraniya wan zeviyan bi rêya çemê Firatê tê avdan.

Herêma El-Kesrat ji tevahiya bajarê Reqayê re pêdiviya sebzeyên zivistanê yên wekî bexdenûs, reşad, spenaq, nane, tivir û petat (kartol) û gelek cureyên din peyda dike. Miqdara hilberînê ya zêde bi rêya bazirganan dişînin herêmên Bakurê Sûriyeyê.

Têkildarî mijarê cotkarê ji şêniyên gundê Kesrat Ferec bi navê Xelîl Selûm wiha got: "Îro em zeviyên xwe ji bo mewsima zivistanê ji nû ve diajon û amade dikin. Hindek cureyên sebze wekî xiyar û bacanên sor ku serma û seqemê tehemul nakin, ji ber wê em di serayan de diçînin."

(şx)

ANHA