Di xebatên perwerdeyê de pêşengiya mamosteyên jin

Mamosteyên jin ên Minbicê roleke girîng di avakirina civakeke azad de li ser bingeha exlaq û jiyana hevbeş dilîzin.

Di xebatên perwerdeyê de pêşengiya mamosteyên jin
11 cotmeh, 2018   06:23

SELWA EBDULREHMAN-QEHREMAN IBRAHÎM / MINBIC

Çeteyên DAIŞ'ê di dema dagirkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê de hewl da bi hemû rêbazan xebatên perwerdeyê li wan herêman bi paş bixin û civakeke dûrî exlaq ava bikin. Ew jî bi rêya dûrxistina jinan ji xebatên perwerdeyê pêk dîanîn. Bajarê Minbicê jî yek ji van herêman e ku ji kiryarên çeteyan nefilitî.

Lê piştî rizgarkirina bajêr ku  du sal li pey xwe hiştin, jinên bajêr tev li hemû warên jiyanê bûn. Yek ji wan karên ku jin roleke sereke tê de dilîzin jî xebatên perwerdeyê ne. Rêjeya tevlêbûna mamosteyên jin di qada perwerdehiyê de ji nîviyê zêdetir e.

Ji bo agahiyên berfirehtir der barê mijarê de, endama rêveber a Navenda Perwerdeyê ya Minbicê Celîle Seîd ji ajansa me re axivî.

Celîle Seîd di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku jin piştî du salên ji tarîtiyê ku li ser wan hatibû ferzkirin, cihekî xwe yê taybet di qada perwerdeyê de girt, ji ber ku jin perwerdekara bingehîn a civakê ye.

Endama rêveber a Navenda Perwerdeyê ya Minbicê diyar kir ku ku ew rêgeza hevserokatiyê di hemû komîteyên girêdayî navenda perwerdeyê de pêk tînin, bi vê yekê jinan cihekî girîng di qada fêrkirinê de girt. Di berdewama axaftina xwe de Celîle Seîd da zanîn ku mamosteyên jin piştî rizgarkirinê rola xwe baş nas kir û berpirsyariya perwerdekirin û fêrkirina nifşên nû girt ser xwe.

Di dawiyê de endama rêveber a Navenda Perwerdeyê ya Minbicê Celîle Seîd wiha got: "Mamosteyên jin bi rêya xwendina pirtûkan, aktîfkirina rola xwe ji berê bêtir di warê perwerdeyê de, xwe bi pêş xist û niha dikarin nifşekî nû û civakeke zana û vekirî ava bikin."

(şx)

ANHA