Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin

Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên şervanê QSD‘ê Eqdîf Bîlal El-Zahir (Ehmed) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Taha El-Mehel ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen hatin veşartin.

Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê du pakrewanên xwe oxir kirin
9 cotmeh, 2018   15:22

DÊRAZOR

Bi sedan welatiyên gundewarên Dêrazorê şervanê QSD‘ê Eqdîf Bîlal El-Zahir (Ehmed) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Taha El-Mehel bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve oxir kirin.

Merasîmê veşartina cenazeyan li goristanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Sûriyeya Demokrtîk Sîmen Xelo axivî û got: "Şehîd mişeleyên azadiyê ye, ku ji bo heqîqet di tariyê de nemîne xwe feda kirine,em li hemberî qehremantiya wan bejna xwe ditewînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin."

Ji fermandarên QSD‘ê Hesen Feyad jî soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin li ser milên xwe û di nava dirûşem û tilîliyên dayika spartin axê.

ANHA