‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin ta Rêberê xwe azad bikin‘

Welatiyên kantona Hesekê komploya 9‘ê Cotmehê şermezar kir û gotin, ew ê têkoşîna xwe ya azadiya Ocalan bidomînin.

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin ta Rêberê xwe azad bikin‘
9 cotmeh, 2018   15:50

HESEKÊ

Hejmarek welatiyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Zerganê ku beşdarî meşa şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibûn, ji ajansa me re axivîn û gotin, Tirkiyeyê wê nikara gel ji firkrê Ocalan qut bike.

Emel Mîrzo ji bajaroka Zerganê ye: Ez komploya li dijî rêbertî şermezar dikim, 9‘ê Cotmehê ji bo me gelê Kurd rojeke reş e, mîna vê rojê, dewletên NATO‘yê ji bo girtina rêberê me rêberê raman û mirovahiyê li hev kom bûn. Em ê jî bêdeng nemînin û têkoşîna xwe ya azadiya rêbertî berdewam bikin.

Şukriya Mûrad ji Serêkaniyê ye: Em ji bo azadiya rêbertî û bidawîkirina tecrîdê dimeşin, em bang li raya giştî dikin ku bi azadiyê mîmarê azadiyê ku bi mîlyonan kes li benda wî ne bixebitin. Wekî gelê herêmê em ê têkoşîne xwe berdewam bikin ta rêberê netewî azad bikin.

Rustem Bekir ê ji Dirbêsiyê: Em şargirî rêberê xwe ne, em nasekinin û na westin em ê xeta berxwedanê bidomînin ta komployê pûç bikin.

Cemîla Kako ji pêkhateya Asûr a navçeya Til Temirê ye: Rêbertî di 9‘ê Cotmehê de hate hedefgirtin, Tirkiyeyê bi tecrîdkirina Ocalan ti encam negirt, karîbûn Ocalan bigirin lê nikarin ramanê wî bitemirînin.

ANHA