Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj

Şêwekar Ferhad Mistê Hec Mehmûd ji zarokatiya xwe ve ji ber ku meraqa xwe ji bo şêwekariyê hebûye, dest bi şêwekariyê kiriye û ji bo ku bikare vê hunerê pêk bîne, li gelek deveran geriyaye.

Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj
Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj
Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj
Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj
Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj
Li pey şêwekariyê rêwîtiyeke dûvedirêj
9 cotmeh, 2018   06:17

STÊRA NEBÎ - ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Welatiyê bi navê Ferhad Mistê Hec Mehmûd ku di sala 1970’yan de li bajarê  Kobanê hatiye dinê, ji ber ku meraqa xwe ji berê ve li şêwekariyê (wênesazî) hebûye, dema ku wêneyek balkêş dîtiye her tim ew wêne çêkiriye.

Şêwekar Ferhad beriya dest bi karê wênexêziyê bike, li akademiyeke li Urdunê beşa telefonan dixwend. Piştre li peymangeha El-Kendî ya bajarê Helebê beşa dînemoyên kehrebeyê dixwîne û bawername ji vê peymangehê wergirt. Ferhad dibêje wî agahî der barê dîroka wênexêziyê de kom kirin û lêkolîn li ser kirine. Ferhad da zanîn ku divê mirov beriya dest bi karekî bike, dîroka wî karî baş nas bike.

Ferhad da zanîn ku beriya dest bi şêwekariyê bike, ji ber ku rewşa malbata wî ya aborî pir ne baş bûye bi xwe kar kiriye û di destpêka şêwekariya xwe de tiştên normal çêkirine da ku fêrî şêwekariyê bibe û tabloyên mezin piştre çêkirine.

Her ku Ferhad xeberdar bûye ku pêşbirk li bajarên din hene, çûye wan cihan ji bo ku pêşbirkan bibîne û wêneyên balkêş çêke.

Ferhad da zanîn ku di sala 1997`an de di Cejna Newrozê de weke ala kurdan û wêneyên Mezlûm Dogan û Mehsum Korkmaz (Egîd) amade kiriye.

Destpêka ku Ferhad dest bi şêwekariyê kiriye, xwestiye tabloyên Abdullah Ocalan û Ehmedê Xanî, Şêx Seîd û Melayê Cizîrî çêke. Lê ji ber rejîmê nikaribûye navê xwe û dîroka wêneya xwe li ser wêneyê binivîsîne. Lê tevî ku ew qas zemetî dîtiye dîsa jî dev ji karê xwe bernedaye û karê xwe berdewam kiriye.

Ji ber ku li Kobanê nikaribûne pêşangehekê vekin di sala 1999`an li Helebê Ferhat û 6 hevalên wî yên ji Efrînê pêşangehek vekiriye. Heta salekê karê xwe dewam kirine, lê heta sala 2000’î ji ber rewşa aborî û gotegotên ku ev pêşangeh ji wî re nabe kar, dev ji şêwekariyê berdaye.

Di sala 2001`an de ji welat derketiye û berê xwe daye Lubnanê û 2 salan li wir maye û piştre berê xwe daye Hewlêrê. Lê dilê xwe ser şêwekariyê bûye. Vê yekê jî hiştiye ku dîsa vegere Helebê û dest bi şêwekariyê bike û tiştên kevnar çêkirine.

Piştî demekê berê xwe daye başûrê Kurdistanê û piştî ku 3 sal li Hewlêrê derbas kirine, vegeriyaye welatê xwe û dîsa dest bi karê xwe yê şêwekariyê kiriye.

Ferhad diyar kir ku rejîma Sûriyeyê ji wî re hin astengî derxistine lê wî dev ji şêwekariyê bernedaye. Ferhad destnîşan kir ku tabloyên wî piraniya wan têkildarî şerê şoreşê ne û rastiya şerê ku li welat çêbûye, nîşan didin.

ANHA