Komploya li dijî Ocalan li Reqayê hate şermezarkirin

Bi dirûşmeya 'Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, têkoşîna ji bo azadî, aşitî û demokrasiyê ye', Ciwanên Reqayê civînek bi armanca şermezarkirina komploya navdewletê li dijî Ocalan li dar xist.

Komploya li dijî Ocalan li Reqayê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Reqayê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Reqayê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Reqayê hate şermezarkirin
Komploya li dijî Ocalan li Reqayê hate şermezarkirin
8 cotmeh, 2018   14:05

REQA

Ciwanên Reqayê civîn li hola El-Tac a bajarê Reqayê li dar xistin.

Endam û nûnerên meclisên sivîl ên Reqayê û bi dehan ciwan û şêniyên Reqayê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Ciwanên Reqayê Zana El-Elî ji beşdaran re li ser komploya navdewletî li dijî Ocalan û şêwaza ku hatiye girtin axivî.

Paşê belgefîlmek li ser têkoşîne Abdullah Ocalan hate pêşkeşkirin.

Piştî wê hevserokê Meclisa Ciwanên Reqayê Ehmed El-Salim axivî û got: "Bi saya fikr û felesefeya Ocalan niha em azad in. Dewletan ji ber tirsa xwe ji fikrên wî, tecrîdek giran li ser Ocalan ferz kirin. Em weke ciwan soza şopandina fikr û felsefeya Ocalan didin."

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn.

(şx)

ANHA