‘Idlib bûye meydana tasfiyekirina hesaban’

Endamê berê yê Komîteya Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Arif Şêxo destnîşan kir ku Idlib bûye meydana tasfiyekirina hesaban û got Erdogan ji ber têkçûyîna aboriya Tirkiyeyê dê neçar bimîne ku bedele bide.

‘Idlib bûye meydana tasfiyekirina hesaban’
8 cotmeh, 2018   08:12

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Arif Şêxo di hevpeyvînekê de ji ajansa me ANHA‘yê re gengeşeyên dawîn li Idlibê û lihevkirinên dewletan ên bi nakok li ser Sûriyeyê nirxandin.

Arif Şêxo destnîşan kir ku Idlibê, piştî tîfaqa Tirkiye-Rûsyayê bûye navenda tasfiyekirina hesaban, lewre hemû komên çete yên dixwestin bi dawî bibin li Idlibê kom kirin û wiha pê de çû: "Li aliyekî din jî hewl didin hêza xwe li Idlibê ferz bikin, lê îdia dikin ku dê herêmê ji komên terorîst paqij bikin, gelo ev rast e yan armancên wan li vir sekinîne?"

Şêxo wiha pê de çû: "Armancên wan pir in, dixwazin rewşa Idlibê biguherin û komên terorîst xilas bibin ku bandoreke neyinî li ser hebûna wan dike. Heger El-Nusra bimîne dê bandorê li ser hêzên din bike. Di heman demê de heger El-Nusra were derxistin jî dê Rûsya bi rihetî şertên xwe li ser Tirkiyeyê ferz bike, di encamê de dê Tirkiye neçar bimîne ku tazîmatan bide."

Arif Şêxo bal kişand ser herêma bêçek û got dibêjin ku çeteyan veguherînin herêma bêçek an jî navên wan biguherin, her çi qas guhertineke berbiçav bê kirin, nikarin wan ji holê rakin.

Arif Şêxo destnîşan kir ku Tirkiye ji ber têkçûyîna aboriya hundirîn dê tazîmatan bide û wiha domand: "Li hemberî van siyasetên li hemberî Sûriyeyê, tenê projeya rêveberiya xweser dimîne ku nunertiya hemû pêkhateyan dike, ne Tirkiye û ne jî dewleteke din wê karibin hişmendiya netewedewlet li ser gelan ferz bikin, ji ber êdî gel gihaştiyê asta ku azadiya xwe bi dest bixe.

ANHA