ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.10.2018
7 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Bi armanca şermezarkirian komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Ehris a Şehbayê çalakiyek ji aliyê Meclisa Kantona Şehbayê tê lidarxistin, saet 11:00. Bi heman armancê Meclisa Efrîn li kampa Serdemê daxuyaniyekê dide, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Tirbespiyê ji bo endamê Hêzên Erka Xweparastinê Dehan El-Kentar û li Girkê Legê jî ji bo endamê Hêzên Asayîşê Xelef Debo sersaxî tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê navenda destwerdana lezgîn vedikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyê bi navê Receb Mistefa bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye dibêje ku, hemû gotinên Ocalan niha pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji dema ku Erdogan gihaşt desthilatdariyê ve hewl dide gelê Filistînê bi rêya daxuyaniyên xwe bixapîne, lê belê xebatên wî li ser erdê nîşan dide ku ew ji bo Îsraîlê tev digere û berovajî daxuyaniyên wî ne. Çavên Tirkiyeyê hê jî li ser Mûsil û Kerkûkê ne û van her du herêman wek du wîlayetên Osmaniyan dibîne ku divê li Tirkiyeyê bêne zêdekirin. Ji ber vê yekê baregehên xwe yên leşkerî bi hevkariya hin aliyên Iraqê li van herêman ava kirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku avakirina desteyên rêveberiyê gava yekem a destpkirina karê rêveberiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêvajoya şoreşa 19‘ê Tîrmehê ve tevgereke xurt di aliyê siyasî de derket pêş, ku gelek partî û buroyên siyasî hatin vekirin, di heman demê de jinan jî roleke çalak di xebatên siyasî de dilîzin, nemaze ku karê siyasî di serdema rêjîma de dihate astengkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Şandeya jinên Ewropî ku bi armanca piştgiriya Efrînê hatiya Rojava dê serdana saziyên jin ên bajarê Serêkaniyê bikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Jinên Ciwan bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Zarata yê navçeya Şêrawa ya Efrînê meşekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongerya Star a navçeya Til Hemîsê ya Herêma Cizîrê bi armanca aktîfkirina rola jinan li gundewarên navçeyê di meha Îlonê de 73 komînên jinan ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe çeteyên Cebhet El-Nusra diparêze da ku projeyên xwe yên dagirkirina Sûriyeyê pêk bîne, li ser vê yekê hewl dide ku wan îqna bike ku herêmên bêçek vekişin. Di heman demê de QSD‘ê pêşdeçûnên xwe yên li rojhilatê çemê Firatê didomin. Li Iraqê Berhem Salih dibe serokkomar û Adil Ebdulmihdî ji bo avakirina hikûmetê tê erekedarkirin. (BI WÊN).

CIWAN

-Ciwanên herêma Minbicê piştî 12`Tebaxa 2016‘an xwe bi rêxistin kirin da ku rola xwe ya çalak di civakî de dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê ya girêdayî navenda Ragihandina YPG‘ê pêşengeheke wêneyan li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê vedike, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Çand û Hunerê bi rêya pêşkeşkirina çalakiyên xwe yên hunerî hemû binpêkirinên dagirkeriya tirk der heqê welatiyên Efrînê de û berxwedana gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê rave kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi biryardarî û bi baweriya bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ‘Berxwedan jiyan e`, şêniyên Efrînê ruxmî dijwariya şert û mercên jiyanê li Kampa Berxwedan jiyan dikin û soza berdewamkirina berxwedanê ta rizgarkirina xaka wan ji terorê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayika Emîne û hevjînê xwe Mistefa tevî temenên xwe yên 80 salî, çîrokên xwe di mala xwe de bi tenê ji hev re dibêjin. Di jiyana rojane de, hem tengasî hem jî kêliyên xweş bi hev re derbas dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya Şirket Cûdî qonaxa duyemîn a projeya 4'ê Nîsanê bi cih tîne. li gorî projeyê riyek ku gundên Koçerat bi deriyê Sêmalka û bi riya giştî Qamişlo-Dêrik girê bide dê were avakirin. Ev proje dê tevgera bazirgeniyê di navbera Başûr û Rojava de dê geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelê Serêkaniyê ji ber xirabûna rêya sûkê bêzar e. Gelê navçeyê diyar kir ku rêya sûkê teng û xirabe ye, ev rê çûn û hatinê asteng dikin. Şaredariyê jî diyar kir ku wan proje rakiriye desteyê lê hîn bersiv nedane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA