QSD‘ê li gundê Meraşdê pêşde diçe

QSD‘ê ragihand ku hêzên wan li gundê Meraşdê pêş ketin û ferehiya 3 km2 rizgar kir.

QSD‘ê li gundê Meraşdê pêşde diçe
6 cotmeh, 2018   19:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Navneda Ragihandê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekî diyar kir ku hêzên wan li gundê Meraşdê ê li rex çemê Firatê ku li beramberî bajaroka Sûsê dikeve pêşde çûn û ferehiya 3 km2  ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Navendê diyar kir ku ferehiya herêma ji destpêka pêngavê ve hate rizgarkirin 39 km2.