Şehîd Xelef bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin

Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Xelef Dabo yê ku di encama qezaya trafîkê de li bajaroka Cezayê şehîd bibû li Goristan Şehîdan a Til Koçer veşartin.

Şehîd Xelef bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Xelef bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Xelef bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
Şehîd Xelef bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin
6 cotmeh, 2018   18:16

QAMIŞLO

Bi sedan welatiyan herêma Dêrikê cenazeyê Xelef Dab ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan a navçeya Til Koçer a navçeya Girkê Legê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Ji fermandarên YPG‘ê Mihyedîn Xêrkê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Xêrkê di kesayeta şehîd Xelef hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got, xwîna şehîdên leheng li qadên şer bûye pireke bi ewle ya ber bi jiyaneke azad û bi rûmet ve.

Mihyedîn Xêrkê soza şopandina xeta şehîdan da.

Hevserokê Desteya Karûbarên Hindirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û diyar kir ku şehadeta endamekî hêzên ewlekariya ji bo wan cihê serferaziyê ye û avakirina saziyên demokratîk û armaniya li herêmê berhemên keda şehîdan e.

Bavê Şehîd Xelef, Ehemd Dabo di merasîm de axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got: "Şehîd roniya rêya me ne."

Piştî xwendina wesîqeya şehadetê, cenazeyê şehîd di nava dirûşemayan de hate veşartin.

ANHA