Tabloya "Efrîn wê her şîn bimîne" hate dalqadin

Mezintirîn tabloya dara zeytûnê bi merasîmekê li qada Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo hate daliqandin.

Tabloya "Efrîn wê her şîn bimîne" hate dalqadin
Tabloya "Efrîn wê her şîn bimîne" hate dalqadin
6 cotmeh, 2018   17:56

QAMIŞLO

Weqfeya Jinên Rewşenbîr a Herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê bi merasîmekê mezintirîn tabloya dara zeytûnê li qada Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo hate daliqandin.

Tablo bi amdebûna bi dehan jinan, şêniyên bajarê hata daliqandin. Kesên beşdarî merasîmê daliqandina tabloyê bibûn, cilên bi nivîsên "Efrîn wê her şîn bimîne" li xwe kiribûn.

Di merasîm de Rêvebera Weqfeya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed axivî û got: "Me xwest bi vê yekê dengê xwe bighînin dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê ku her çiqas hûn darên zeytûnan bibirin wê dar ji nû ve şîn bibin, Efrînê wê li xwediyê wê vegere û hûn nikarin îradeye me bişînin."

Ahîn spasiya şêwekarên ku tablo nexşandine kir û hêvî kir ku Efrîn di demeke nêzîk de were rizgarkirin.

Li gorî berpirsyaran ev gav di çarçoveya helwestên piştgiriya ji bo qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê hatiye avêtin.

Tablo bi dirêjahiya 10 metreyan û bi firehiya 5 metreyan ji aliyê şêwekarên Desteya Çand û Hunerê "Medya Xelîl, Ayda Hesen û Reqan Xelîl" ve di nava 5 rojan de hate nexşandin. Li jêra tabloyê bi zimanên erebî û kurdî gotina "Efrîn dê hêşîn bimîne" hate nivîsandin.

ANHA