Dewreya dehemîn a HPC’ê bi dawî bû

Akademiya Perwerdekirina Hêzên Parastina Civakî ya bajarê Qamişlo dewreyeke perwerdeyê bi tevlêbûna 60 endaman bi dawî kir.

Dewreya dehemîn a HPC’ê bi dawî bû
Dewreya dehemîn a HPC’ê bi dawî bû
Dewreya dehemîn a HPC’ê bi dawî bû
Dewreya dehemîn a HPC’ê bi dawî bû
6 cotmeh, 2018   07:17

QAMIŞLO

Akademiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) a kantona Qamişlo dewreya 10`mîn a bi navê Dewreya Şehîd Şiyar Sofî bi dawî kir. 60 endam ji bajarê Qamişlo tev li dewreya perwerdeyê bûn.

Dewreya perwerdeyê 13 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî li ser neteweya demokratîk, exlaq, polîtîka, çand û girîngiya parastina cehwerî, her wiha dersên li ser bikaranîna çekan hatin dayîn.

Perwerdekarê Hêzên Parastina Civakî Zabil Umer diyar kir ku armanca wan ji dewreyê ew e ku endamên herêmê xurt bibin û dê hemû endamên wan dewreyên bi vî awayî bibînin. Umer destnîşan kir ku endamên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne ji pêkhateyên Kurd û Ereb in û di nav de ciwanên temenê wan zêdetirî 18 saliyê hene.

Yek ji jinên ku tev li dewreyê bûye û ji pêkhateya Ereb, Fethiya Şêxmûs destnîşan kir ku dewreya wan baş derbas bû û ji aliyê bîrdozî û leşkerî de gelek sûd jê wergirtin. Her wiha got ew wek Hêzên Parastina Civakî armanca wan a sereke parastina herêmê ji êrîşên derve ye.

(bx)

ANHA