ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.10.2018
6 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

- Şervanên QSD‘ê di çarçoveya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha dawîn a li rexê rojhilatê çemê Firatê asê kirin û nêzî herêma Sûsê û Şeifê bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Xelef Debo yê ku di encama qezaya tirafîkê de şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Til Koçerê tê veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daişiya bi esekê ji Rûsyeyê Imni Imrakanova tekez kir ku zerevanên sînor ên Tirkiyê rê li pêşiya wan û hemû komên çete yên dîtir vekir da ku derbasî Sûriyeyê bûn û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ‘ê li Hecînê di tirsekê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzerên navçeya Dirbêsiyê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin tecrîd li dijî pîvanên mafê mirovan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek rewşenbîrên bajarê Minbicê anîn ziman ku ew gefxwarinê Tirkiyeyê yên li ser herêmê qebûl nakin û gotin, Minbic ji aliyê şêniyên xwe ve tê birêvebirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Kongreya Star a navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dike, saet 11:00. Bi heman armancê li navçeya Ehris a Şehabyê platformeke danûstandinan li dar dixe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên konvedanê ku Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca azadiya Ocalan organîze kiriye di roja sêyemîn de de didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji dema ku Erdogan gihaşt desthilatdariyê ve hewl dide gelê Filistînê bi rêya daxuyaniyên xwe bixapîne, lê belê xebatên wî li ser erdê nîşan dide ku ew ji bo Îsraîlê tev digere û berovajî daxuyaniyên wî ne. Çavên Tirkiyeyê hê jî li ser Mûsil û Kerkûkê ne û van her du herêman wek du wîlayetên Osmaniyan dibîne ku divê li Tirkiyeyê bêne zêdekirin. Ji ber vê yekê baregehên xwe yên leşkerî bi hevkariya hin aliyên Iraqê li van herêman ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rêveberiya Xweser a Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêveberiya MSD‘ê ve hate avakirin, hevserokên rêveberiyê hatin hilbijartin û 9 desteyên wê hatin avakirin da ku destpê bi xebatên xwe bike. Rêveberiyên xweser û meclisên sivîl jî di xebatên xwe mîna berê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Navenda Tenduristiyê ya bajaroka Mergedayê ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê ve hatiye avakirin dikeve xizmetê de û gavên destpêk di avêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi mebesta pêşxistina aboriya Reqa û tevahî Bakurê Sûriyeyê kargeha zeytên erebeyan hate vekirin, ku rojane 100 bermîl zeyt berhem dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê SADKOP’ê yê Serêkaniyê Raman Derwîş diyar kir ku ji ber gazincên welatiyan li ser mazot ku sala borî hate belavkirin wan ji demsala Havînî de mazot parzûn kirin lewma jî mazota îsal paqij e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kêmbûna derferan azarên koçberên kampa Îwa zêde dike, rexmî vê yekê rêxistinên mirovî rewşa wan paşguh kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA