Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin

Welatiyên herêma Serêkaniyê cenezeya şervanên QSD `ê  Ednan Xile(Mûrad)û Ebid Rehman EL- Esed(Merwan) oxir kirin.

Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
Du pakrewanên Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hatin oxirkirin
5 cotmeh, 2018   15:52

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê cenazeyên şervanên QSD`ê Ednan Xile(Mûrad) û Ebid Rehman EL- Esed (Merwan) ên ku di 3‘yê Cotmeha 2018‘an li Dêrezorê şehîd bibûnbi merasîmekê li Goristana Şehîdên Serêkaniyê veşartin.

Gel cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirt û bi karwanekî berê xwe da goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Zehra Qido axivî . Zehra wiha got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana xwe ya ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîdan ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.``

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Baran Serêkaniyê jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeya şehîdan hatin xwendin û radestî malbata wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de,şervanên cenazeyên hevalên  xwe bi dirûşmên ``Şehîd namirin`` veşartin.

(sx)

ANHA