Şehîdên enternasyonalîst li Kobanê hatin bi bîranîn

Malbatên şehîdên enternasyonalîst ên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê şehîd bûne serdana gorên zarên xwe ku li goristana Şehîd Diclayê ya kantona Kobanê hatine veşartin, kirin.

Şehîdên enternasyonalîst li Kobanê hatin bi bîranîn
5 cotmeh, 2018   15:28

KOBANÊ

Şandeyeke ji malbatên şehîdan enternasyonalîst ji bo bîranîna zarên xwe yên ku li goristana Şehîdan a Kobanê hatine veşartin, serdana Kobanê kirin.

Şandeya malbatên şehîdan ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Arif Balî û hejmarek endamên meclisê ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya malbatên şehîdên enternasyonalîst li gel endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê goristana Şehîd Dicleyê ziyaret kirin.

Şehîdên enternasyonalîst ên li Kobanê hatin veşatin "Sjoerd Heeger (Baran Sason) bi eslê xwe ji Holendayê ye û di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, Jack Homs (Şoreş Amanos) ji Bîranyayê û di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, Costa School Field (Kemal) li navçeya Til Birakê şehîd bû.

ANHA