Leşkerên dagirkeriya Tirkiyeyê gundên Kobanê gulebaran kirin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gundê Xerîb ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê kir hedef.

Leşkerên dagirkeriya Tirkiyeyê gundên Kobanê gulebaran kirin
5 cotmeh, 2018   14:57

KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku şêniyên gundê dane, leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor, gundê Xerîb ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê gulebaran kir.

Ji ber gulebaranê tenê ziyanên madî gihiştin mal û milên sivîlan û ti ziyanê canî çênebûn.

Niha li gund bêdengî serwer e.

Gelek caran leşkerên artêşa dagirker guleyan bê serûber li gundên li ser sînorê direşînin.

ANHA