Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn El-Micbil hate veşartin

Welatiyên kantona Girê Spî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mihemed El-Micbil li gundê Dehlêz veşartin.

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn El-Micbil hate veşartin
5 cotmeh, 2018   14:49

GIRÊ SPÎ

Bi dehan welatiyên kantona Girê Spî, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mihemed El-Micbil ê ku dema karê xwe pêk di anî şehîd bû, ji Nexweşxaneya Leşkerî wergirtin û bi kerwamekî ber bi gundê Dehlêz ê girêdayî Silûkê ve oxir kirin.

Li goristana gund, pişt  nimêjê cenaze di nava dirûşmeyan de hate veşartin.

Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Merasîm bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.

ANHA