Balafirên şer ên Tirk bombe li Amêdiyê dibarîne

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Balafirên şer ên Tirk bombe li Amêdiyê dibarîne
5 cotmeh, 2018   14:44

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagiker saet derdora saet 16:00’an bombe li derdora gundê Sergelê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihok a Başûrê Kurdistanê dibarîne

Herêmên tên bombe kirin jîngehên sivîlan in. Têkildarî ziyanên bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Balafirên şer ên rejîma Tirk a dagirker her roj jîngehên welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola gerîlayan de bomberdûman dike.