Rûsya S-400’an difiroşe Hindistanê

Rûsya û Hindistanê hevpeymanek îmze kir ku tê de dê sîstema parastina hewayî ya S-400 bifiroşe Hindistanê. 

Rûsya S-400’an difiroşe Hindistanê
5 cotmeh, 2018   11:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî ya serokê Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku di navbera Rûsya û Hindistanê de hevpyemanek hate îmzekirin. Di hevpeymanê hate gotin ku dê sîstema parastina hewayî S-400 bifiroşin ‏Hindistanê. 

Rûsya û Hindistan mezintirîn dewletin ku di aliyê teknîka leşkerî de hevkariya wan bi hev re heye. Rûsya bi buhayê 4,5 milyar dolar çek û alavên xwe yên leşkerî dide Hindistanê. Li gorî Sputnîkê rêjeya çekên Rûsyayê di nava artêşa Hindistanê de ji sedî 70 ye.

Tirkiye û Rûsya şirîkên topbarana li ser gelê Sûriyeyê ne û gel neçarî koçberiyê kirin. Her du dewletan di Kanûna 2017`an de hevpeymanek îmze kir, tê de hate gotin dê sîstema parastina hewayî S-400 bide Tirkiyeyê. Bi vê yekê têkiliyên leşkerî di navbera Tirkiye û Kremlînê de xurt bûn.  

Rûsyayê xaka Sûriyeyê ji bo tecrubekirina çekan bi kar anî. Aloziya Sûriyeyê û tecrubeya çekan alîkariya wê kir ku çekên xwe derxe gelek welatan.

(bx)