Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê li Kobanê didome

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê li bajarê Kobanê çalakiyên xwe didomîne û dozên girêdayî jinan gotûbêj dike. Di beşa yekemîn a komxebatê de hevpeyman û biryarên navneteweyî yên girêdayî jinan hatin gotûbêjkirin.

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê li Kobanê didome
Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê li Kobanê didome
5 cotmeh, 2018   11:38

KOBANÊ

Îro li bajarê Kobanê bi beşdarbûna nêzî 200 çalakvan û hiqûqnasên jin ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê di bin dirûşma "Ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra bingehîn de li ser bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk" komxebatek hate lidarxistin.

Li ser navê jinên herêma Firatê, Zehra Berkel xêrhatina hemû mêvanên jin ji seranserî parêzgehên Sûriyeyê kir û ji beşdaran re serkeftin xwest.

Koordînekara giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyê  û berdevka wê  Lîna Berekat axaftina destpêkê ya komxebatê kir û wiha got: "Dema em behsa jinên Sûriyeyê dikin, wêneyên mezin ên beşdarên jin di serxwebûna ji Dewleta Osmanî û piştre ji dagirkeriya Fransayê de tên bîra mirov û heta serdema serxwebûnê û daxwazên çandî û civakî û vejîna jinan bi giştî digire nava xwe ji ber ku stûna sereke ya pêşxistina civakê û pêkanîna serxwebûnê ye."

Lîna destnîşan kir ku di şerê Sûriyeyê de bêtirî 24 hezar jin hatine kuştin û 57 jin di bin îşkenceyê de hatine kuştin û 8 hezar û 633 jin hatine revandin û windakirin.

Lîna got ku hejmareke mezin ji jinan li hemberî tundiya cinsî rû bi rû dimînin û hejmara ku hatiye qeydkirin 7 hezar û 699 jin in û 432 jinên ku temenên wan kêmî 18 saliyê rastî destdirêjiya cinsî hatine.

Lîna diyar kir ku rêjeya zewicandina di temenên biçûk de gelekî bilind bûye, nemaze li kampên koçberan û di nava koçberên li dewletên cîran de.

Trajediyên jinên Efrînê

Lîna Berekat di berdewama axaftina xwe de got ku jinên Sûriyeyê û bi taybet jinên herêma Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê rastî dijwariyên mezin hatine û wiha domand: "Kes nikare çeteyên ku bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê lîstine, paşguh bike. Jinên ku li Siwêdayê jî rastî revandin û kuştinê ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê tên û herî dawî çeteyên DAIŞ'ê rehîneya bi navê Serwet Fadil kuşt."

Lîna da zanîn ku tevî ku piraniya dewletên herêmê hevpeymana tunekirina cudabûnê li dijî jinan erê kirine, lê dîsa jî jinên van dewletan rastî destdirêjiyan tên.

Koordînekara giştî yê Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wek jin divê em destkeftiyên xwe biçespînin û em bi rola xwe ya rasteqîn û çalak di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de rabin, piştî 8 salên şer ku tê de herî zêde jinan ziyan dîtiye û buhayên giran dane. Em niha beşdarnekirina jinan di çalakiyên danûstandinê de qebûl nakin da ku mafên jinan di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de bêne çespandin."

Hevseroka Meclisa Giştî ya  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîham Qeryo bendên hevpeyman û biryarên navneteweyî yên girêdayî mafên jinan xwendin. Qeryo behsa pêwîstiya beşdarkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de kir da ku aştî pêk were û mafên jinan di biryarên siyasî yên welatê wan de bêne parastin.

Sîham Qeryo got ku biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmar 1325 wek belgeyeke qanûnî ya xwedî girîngiyeke mezin e û banga zêdekirina rêjeya jinan di çêkirina biryarê de dike. Biryar jinan wek kesayekete temam dibîne ango ne girêdayî ye û bi riya wê rola wan di çalakiyên aştiyê û rêveberiyê de di demên aştî û şer de tê çespandin.

Parastina jinan ji tundiya cinsî û tundiya civakî

Sîham Qeryo behsa Hevpeymana Beijing a sala 1995'an û hevpeyama CEDAW û rêgezên belgeya Neteweyên Yekbûyî kir û Konseya Ewlehiyê wek berpiryarê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî dibîne, nemaze Hevpeymana Cinêvê ya parastina koçberan piştrast dike ku beşdarkirina jinan divê di hemû astên çêkirina biryarê de be. Sîham Qeryo hin bendên van hevpeyaman xwendin û got ku divê ev bend di Sûriyeyê de bêne pêkanîn ew jî beşdarkirina jinan di hemû saziyên aştiyê de wek, asayîş, leşker, karmendên sivîl û nûnerên sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye. Bendên ku Sîham Qeryo bal kişand ser, wiha ne:

Ji bo qedexekirina tundiya li dijî jinan divê xebat bêne meşandin û mafên jinan pêk werin û qanûnên jinan bêne çespandin.

Çarçoveya civakî di çalakiyên parastina aştiyê de bê belavkirin û di nava wê de şêwirmendên astengdar ên jin bêne erkdarkirin.

Pêşxistina hişmendiya giştî di aloziyan de û wergirtina tedbîran ji bo parastina mafên mirovan û bi taybet jin û keçikan.

Alîkarî û piştgiriya rola jinan di aliyên çavdêriya leşkerî û asayîşa sivîl û mirovî û çavdêriya mafên mirovan de. Beşdarkirina jinan di saziyên niştimanî, herêmî û navneteweyî de û tedbîrên rêgirtina li pêşiya derketina aloziyan û di nava danûstandinên aştiyê de.

Her wiha xebatên niştimanî bi beşdarbûnên hikumî û nehikumî ji bo pênasekirina rêbazên niştimanî bêne meşandin ku li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmar 1325 be û rêbazên niştimanî girêdayî vê mijarê bêne pêşxistin.

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyeyê çalakiyên xwe bi gotûbêjan der barê rewşa jinan û qanûna rewşa sivîl a kesan a Sûriyeyê de didome.

ANHA