Piştî vekirina dibistanan hejmara xwendekaran zêde dibe

Ji ber xebatên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bi armanca pêşxistina warê perwerdehiyê di encamê de hejmara xwendekaran li dibistanên Reqayê zêde dibe.

Piştî vekirina dibistanan hejmara xwendekaran zêde dibe
5 cotmeh, 2018   08:16

RUBA EL-ELÎ / REQA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo bilindkirin û pêşxistina warê perwerdehiyê gelek xebatan dimeşîne.

Di dema serweriya DAIŞ`ê li ser Reqayê de zarokan ji xwendinê bê par hiştin. Xebatên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê di vê demê de û ji bo vegera xwendekaran ji xwendinê re û ji bo pêşxistina asta xwendekaran gaveke girîng e.

Şêwirmendê perwerdeyê Ehmed El-Hisên têkildarî mijarê wiha got: "Hejmara xwendekaran bi awayekî mezin zêde dibe. Zêdetirî 27 dibistan bi temamî wêran bûne. Ji ber wê me mal kirê kirin û wek dibistan vekirin. Ji ber ku xwendekar nêzî 4 salan ji xwendinê qut bûbûn, me wan dabeşî astên seretayî û amadehî kir û di du dewaman de sibe û êvaran dewam dikin. Her wiha hindek dibistan bê pencere û derî ne."

Ehmed El-Hisên wiha domand: "Kêmasî di kadroyên perwerdehiyê de ji bo asta navîn heye. Ji ber wê me hindek mamosteyên ku hê jî zanîngehên xwe neqedandine erkdar kirin."

Ji aliyê xwe ve bi navê rêveberiya dibistana Elî Bin Ebî Talib a Reqayê Yûsif El-Kedro got: "Bi nêzîkbûna vekirina dibistanan me zêdetirî hezar û 400 şagirt ên her du astan seretayî û amadehî tomar kir. Hejmar her ku diçe zêde dibe. Ji bo şopandina prosesa perwerdehiyê me komîteyek diyar kiriye."

Dema serdana dibistana kena rûyê zarokan bala mirovan dikişîne. Zarok ji ber vegera dibistanan gelek şad bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara mamosteyên Reqayê û gundewarên wê gihaşt 4 hezar û 100 mamosteyan û hejmara xwendekaran 120 hezar e. Heta niha 281 dibistan ji bo sala perwerdeyê ya nû hatine amadekirin.

(şx)

ANHA