Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan

Wêneyên ku li hinek taxên Kobanê beriya 4 salan hatibûn kişandin û rewşa wan taxan di dema niha de, hovanetirîn şerên ku li bajarê Kobanê rû dane, vedibêjin. Miqdara wêrankirina DAIŞ'ê dema têketine bajêr, ji mirovan re xuya dikin.

Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
Rewşa bajarê Kobanê piştî 4 salan
5 cotmeh, 2018   08:15

ZANA SEYDÎ - DICLE EHMED / KOBANÊ

Weke îro beriya 4 salan piştî ku DAIŞ'ê nêzî 300 gund dagir kiribûn, cara yekemîn gihaştin tixûbên bajarê Kobanê û dest bi topbarana taxên bajêr kir. Di 5'ê Cotmeha sala 2014'an de bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê ketin bajarê Kobanê ku Yekîniyên Parastina Gel-Jin (YPG/YPJ) xwe lê bi cih kiribûn û li hemberî hovantirîn êrîşên DAIŞ'ê sekinîn.

Dijwariya şerên ku rû dane, bi dagirkirina DAIŞ'ê bi rêjeya ji sedî 70 ji taxên bajêr gihaşt asta herî bilind. Kolan û rêyên bajarê Kobanê bi temamî wêran bûn.

Îro piştî 4 salan wêneyên ku beriya 4 salan ji heman taxan hatibûn kişandin û wêneyên ku piştî 4 salan ji rizgarkirina bajêr ji hêla şervanên YPG/YPJ’ê ve hatine kişandin di 26'ê Çileya 2015'an de, çîroka wan kolan û taxên wêrankirî vedibêjin.

(şx)

ANHA