Mazot û genim li cotkaran tê belavkirin

Gerînendetiya Çandiniyê ya Kantona Kobanê mazot û tovên genim li cotkaran belav dike.

Mazot û genim li cotkaran tê belavkirin
Mazot û genim li cotkaran tê belavkirin
5 cotmeh, 2018   06:24

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Kobanê ji bo ku tu pirsgirêk li hemberî cotkaran dernekevin, tovê genim, mazot û dermanan li cotkaran belav dike.

Ev bû demek ku Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Kobanê dest bi belavkirina genim û mazotê li cotkaran kiriye û genim bi bihayê 160 lîreyên Sûriyeyê ji bo her kîloyekê difiroşe cotkaran.

Der barê mijarê de, hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya kantona Kobanê Fatma Îbrahîm diyar kir ku buhayê tovên paqij ê xirbalkirî 160 lîre ye, her wiha toneke semada Yora 200 hezar û kîmyewî Super jî bi 220 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Gerînendetî ji bo her şimbilek erdê bejî 150 kg û yê avî jî 300 kg tov dide. Her wiha kemawî jî ji erdê avî re cureyê yoriye 300 kg û cureyê super 200 kg û ji erdê  bejî re jî 50 kg yoriyo û 50 kg super hatine veqetandin.

Her wiha mazot jî ji şimbilek avî re 400-800 litir hatiye veqetandin û ji cotê erdê avî jî 70 litir û ji bejî re 30 litir û ji bo daran jî 60 litir hatine veqetandin.

Kesên ku dixwazin genim werbigrin destpêkê wê ji komîna xwe belgeya erêkirinê bîne û paşê wê genimê xwe ji gerînendetiya bigire.

 Li gorî Gerînendetiya ew genim ji 170 ta 175 dikirin lê ji ber ku dixwezin alîkarî bi cotkaran re bikin genim bi sed 160 difiroşin.

ANHA