Şêniyên Minbicê bersiv dan Tirkiyê: Bihêlin em bi aştî bijîn

Şêniyên bajarê Minbicê gefên dewleta Tirk li ser zimanê rayedarên Tirk red kirin û tekez kirin ku ew bi tu awayî destwerdanên derve di karûbarên bajarê wan de qebûl nakin û wiha got: "Bihêlin em bi aştî bijîn."

Şêniyên Minbicê bersiv dan Tirkiyê: Bihêlin em bi aştî bijîn
Şêniyên Minbicê bersiv dan Tirkiyê: Bihêlin em bi aştî bijîn
Şêniyên Minbicê bersiv dan Tirkiyê: Bihêlin em bi aştî bijîn
Şêniyên Minbicê bersiv dan Tirkiyê: Bihêlin em bi aştî bijîn
5 cotmeh, 2018   06:20

ŞERÎF EL-EBO / MINBIC

Dewleta Tirk hewl dide ji nû ve mijara Minbicê bixe rojeva çapemeniyê. Di van rojên dawîn de rayedarekî Tirk axivî û got ku Tirkiye û Amerîka dê dewriyeyên hevpar di nav Minbicê de bigerînin û dewreyên perwerde yên hevpar pêk bînin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku Tirkiye dewriyeyan di nav xakên ku di bin serweriya wê de li başûrê Cerablusê dimeşîne û hê jî wisa dike. Yanî bicihbûna Tirkiyeyê piştî peymana ku navê `Nexşerê` lê kirine, nehatiye guhertin.

Têkildarî vê mijarê welatiyê bi navê Yûsif Eyûb ê ji bajarê Minbicê destnîşan kir ku bajarê wan bi pêş dikeve û niha çavên hemûyan lê ye û wiha got: "Minbic gelekî bi pêş ketiye, ji ber wê çavên hemûyan lê ne. Em dikarin bibêjin ku Minbic sîstema demokratiyê pir pêşketiye, ev jî li heza hinek dewletan naçe."

Yûsif di berdewama axaftina xwe de ev gefxwarin mîna hibra li ser kaxizê ye û ev tişt got:"Ev gefxwarin mîna hibrê li ser kaxizê ne. Tenê gotin in. Gel wan gefan qebûl nake û girêdana me bi jiyana hevbeş û yekgirtina me naşikînin."

Yûsif axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Pêşketinên ku li Minbicê rû didin em dibînin û ew encamek girîng e."

Têkildarî heman mijarê Mihemed Elî yê ji bajarê Minbicê ye li ser jiyana hevbaş di navbera şêniyên Minbicê de wiha got: "Ji hezaran salan ve em bi aştî dijîn. Niha jî em di nav aramiyê de di dijîn û em dixwazin ev aramî bidome."

Mihemed tekez kir ku armancên van gefan têkbirina aramî û ewlehiya bajêr e û ev tişt bi lêv kir: "Kî gefan li Minbicê dixwe, dixwaze aramiya wê têk bibe. Em destwerdanên derve di karûbarên Minbicê de red dikin."

Mihemed El-Elî bi vê gotinê dawî li afatinên xwe anî: "Bihêlin em bi aştî bijîn."

Girêdayî mijarê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got ku wan parastina ewlehî û aramiya bajarê Minbicê li xwe girtine. Her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina aramiya herêma Minbicê li hemberî gefxwarinan bi şirîkên xwe re yên hêza Koalîsyona Navdewletî di nav koordîneyê de ne.

Derwîş ji ajansa me re xuya kir ku tevgerên Tirkiyeyê di nav herêmên di bin serweriya komên Mertalê Firatê de ne û ev tevger bi destpêkirina dewriyeyên hevpar di wan herêman de dê bimînin.

Derwîş da zanîn ku îdiayên çapemeniya Tirk ji rastiyê dûr in û tekez kir ku tu planeke girêdayî dewriyeyên hevpar ên Tirkiye-Amerîkayê di nav bajêr û li gundewarên wê de tune ye.

(şx)

ANHA