Pêngava Şerê Tunekirina Terorê: QSD'ê pêşde diçe û 21 terorîst hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya şerê 24 saetên dawiyê yên Pêngava Şerê Tunekirina Terorê aşkera kir û diyar kir ku hêzên wan li gelek eniyên pêşde çûn û derbeyên giran li çeteyan dan.

Pêngava Şerê Tunekirina Terorê: QSD'ê pêşde diçe û 21 terorîst hatin kuştin
4 cotmeh, 2018   15:20

NAVNEDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyek ku li ser malpera xwe ya fermî weşand bîlançoya şerê 24 saetên dawiyê de yên Pêngava Şerê Tunekirina Terorê ragihand.

Daxuyaniyî wiha ye:

Baxoz:

Şervanên me êrîş birin li ser nuqte û bargehên terorîstên DAIŞ'ê. Li wê derê di navabera şervanên me û terorîstên DAIŞ`ê de şer derket, di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û termên /3/ ketin destê şervanên me. Şervanên me 1 km bi pêş de çûn û 6 nûqteyên  nû ava kirin.

Terorîstan hewl dan êrîşeke dijber pêk bînin, şervanên me bersivan êrîşand dan. Di heman demê de hêzên koalîsyonê jî bargehên terorîstan topbaran kirin. Derbarê hejmara kuştiyên çeteyan li vê eniyê de tu agahî nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din jî şervanên me pêşde çûn û 3 nûqteyên nû ava kirin, her wiha topavêjeke hawn /120 mm/ desteser kirin.

Her wiha terorîstan êrîşeke bi çekên giran û sekvanan anîn ser bargehên şervanên me, şervanên me bersiva êrîşan dan û xwe gihandin devera ku çeteyan jê êrîş dikin û çete neçar kirin ku vekişin.

Hecîn:

Şervanên me piştî şerên giran bi çeteyan re ku di encamê de hejmareke ku çeteyan hatin kuştin, 300 mîtir pêşde çûn û 6 nûqteyên nû ava kirin. Her wiha balafireke keşfê ya çeteyan xistin xwarê û 3 mayîn ku nûqteyên şervanên me hatibûn çandin teqandin.

Şervanan tuneleke ku terorîstan xwe tê de vedişartin girtin.

Di saetên êvarî de, şervanên me êrîş birîn ser bargeheke terorîstên DAIŞ''ê, di şervanan û çeteyan de şerên dijwar rû dan, di şer de hemû çekên giran û sekvan hatin bikaranîn.

Di encama vê şerî de hejmareke terorîstên DAIŞ'ê hatin kuştin û du nûqteyên nû ji aliyê şervanên me ve hatin avakirin.

Balafirên Koalîsyona Navdewletî gelek baregehên terorîstan kirin hedef.

Bîlanço:

- 17 nûqte ji aliyê hêzên me ve hatin avakirin.

-21 terorîst hatin kuştin û termê 3'iyan ket destê şervanên me.

-Balafirên Koalîsyonê 9 derbe pêk anîn.

-Zerarên terorîstan: Topavêjek hewanê hate rûxandin, balafireke keşfê hate xistin, her wiha 3 baregehên bicîhkirina terorîstan hatin rûxandin.

-Topavêjeke hawnê 120 mm û 2 RPG ketin destê şervanên me.

- 5 Mayîn hate teqandin."

ANHA