Li Yemenê 25 Hûsî hatin kuştin

Di encama êrîşa hêzên Yemenê bi ser baregehên hêzên Hûsiyan de li navenda midûriyeta Baqim a girêdayî parêzgeha Seda, 25 Hûsî hatin kuştin.

Li Yemenê 25 Hûsî hatin kuştin
4 cotmeh, 2018   09:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Yemenê li navenda midûriyeta Baqim a parêzgeha Seda ya bakurê Yemenê êrîşî baregehên hêzên Hûsiyan kir.

SkyNewsê ragihand ku zêdetirî 25 Hûsî hatin kuştin û bi dehan kes di êrîşa hêzên Yemenê ya li aliyê rojava li navenda midûriyeta Baqim a girêdayî parêzgeha Sedayê de birîndar bûn. Her wiha hêzên Koalîsyona Erebî hemû rêzeçiyayên li derdora navenda midûriyeta Baqim kontrol kirin. Di heman demê de hêzên artêşa Yemenê li ser xeta navdewletî di navbera Baqim û Minfiz Ilib a navdewletî ya bakurê Sedayê de bi pêş ve çûn.

Li aliyekî din, li gorî çavkaniyên kanala Mesîre El-Netê, hêzên Hûsiyan fûzeyeke balîstîk li alavên artêşa Erebistana Siûdî yên li rojavayê Yemenê xist.

Her wiha hêzên Hûsiyan li bakurê Hîsê ya girêdayî parêzgeha El-Hudeydayê ya rojavayê Yemenê êrîşî cihên hêzên Yemenê kir û di encamê de kuştî û birîndarên hêzên Yemenê çêbûn.

(jo)