Hemleya Tevgera Çand û Hunerê ya ji bo rizgarkirina Efrînê bi dawî bû

Tevgera Çand û Hunerê hemleya  piştgiriya hemleya rizgarkirina Efrînê ku ev 8 roj in li kantona Şehba û gundên Şêrawa dabû destpêkirin, îro li gundê Xirêbkê yê navçeya Şêrawa bi dawî kir.

Hemleya Tevgera Çand û Hunerê ya ji bo rizgarkirina Efrînê bi dawî bû
Hemleya Tevgera Çand û Hunerê ya ji bo rizgarkirina Efrînê bi dawî bû
Hemleya Tevgera Çand û Hunerê ya ji bo rizgarkirina Efrînê bi dawî bû
Hemleya Tevgera Çand û Hunerê ya ji bo rizgarkirina Efrînê bi dawî bû
Hemleya Tevgera Çand û Hunerê ya ji bo rizgarkirina Efrînê bi dawî bû
3 cotmeh, 2018   19:02

EFRÎN

Bi dirûşmeya”Bi rêgezên Netewa Demokratîk têkkoşîn bikin da ku Efrînê rizgar bikin”di 26` Îlonê de hemleya piştgiriya rizgarkirina Efrînê dan destpêkirin. Di hemleya piştgiriyê de, pêşkêşiyên hunerî derbarê berxwedanê de dihatin pêşandan. Îro ango roja dawiyê ya hemleyê, li dibistana gundê Xirêbkê bû. Bi dehan şêniyên gund beşdarî bûn.

Çalakiya hunerî bi bîranîna şehîdan hate destpêkirin. Piştre, endama Tevgera Çand û Hunerê Emîne Mûsa axivî û tekez kir ku divê gel çanda xwe biparêzin  û da zanîn ku dagirker çibikin jî nikarin çanda wan tune bikin û ew ji bo rizgarkirina Efrînê bi israr in.

Paşê, koma Çiyayê Kurmênc a girêdayî Tevgera Civaka Demokratîk dîlanên xwe pêşkêş kirin. Koma Afrênerên Hêviyê jî şanoyek derbarê çawaniya xelasiya ji dagirkerî û koletî bi zimanê îşaretan, pêşkêş kir.

Her wiha Koma Rojava û Koma Engîzek stranên xwe gotin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(kc)

ANHA