ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.10.2018
4 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Endamê rêveber ê Meclisa Iraqî ya Kampa El-Holê diyar kir ku di mehên derbasbûyî de 2 hezar û 450 penaberên Iraqê piştî temamkirina belgeyên pêwîst û bi hevkariya Hikumeta Iraqê, vegeriyan Iraqê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiquqnasên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku fikrê Ocalan ji bo hêzên desthilatdar ên ku dixwazin  xwe li ser çewisandina gelên bindest bidin rêvebirin xeteriye, ji bo vê jî tecrîdê li ser Ocalan didin pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê yên ku neçar man ji malên xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûn, destnîşan kirin ku dagirkera Tirk qirkirina gelê Efrînê armanc dike. Her wiha tekez kir berxwedana wan li dijî qirkirinê dewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon vedanê destpê dike. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Di qonaxa yekemîn a berxwedana Serdemê de şervanên azadiyê bi fedakariyeke mezin li navçeya Şiyê ya girêdayî devera Cindirêsê li ber xwe da û ji bo birîndar û welatiyên sivîl ji hovîtiya êrîşkaran rizgar bikin, têkoşiyan. 3 şervanên Eniya El-Ekrad ku beşdarî berxwedana li navçeya Şiyê bûne, çîroka fedakariya şervanan ji ajansa me ANHA'yê re vegotin.(BI WÊNE  Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Helebê Fatme Hesîno got destwerdanên derve sedema bingehîn a gurkirina aloziya Sûriyeyê ye. Fatme da zanîn ku Gelê Sûriyeyê zana ye û li gel wî nexşerêyek heye û çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyî danûstandinên gelê Sûriyê xwe bi xwe ne pêkan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jinên Sûriyê buroyeke xwe li herêma Serêkaniyê vedike. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê xwest şaristanî û çanda herêmê û bi rêya bicihanîna çandên çûda û qedexekirina şêniyan di pêkanîna urf û adetên xwe de ji kokê ve qir bike. Lê şêniyên Efrînê di meşa berxwedanê de ji Efrîn heta Şehbayê çand, huner û kevneşopiyên xwe parastin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên navçeya Eyn Îsa ji ber paşguhkirina rejîma Baas ji navçeyê koçber bûn. Komên çekdar û çete jî jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de rûxand. Lê piştî rizgarkirinê, ji bo şêniyên Eyn Îsa di hemû aliyên jiyanê de deriyekî nû ji bo wan hate vekirin.

-Şêniyên gundên rojavayê nvaçeya Til Hemîsê, ji ber pirsgirêka bîra petrolê ku xeteriyek mezin li ser wan û hawîrdorê çêdike zehmetiyan dikşînin. Heta niha Şaredariya Gel a navçeyê soza ku di 2'yê Tebaxê de ji bo çareserkirina pirsgirêkê dabûn, bicih neaniye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mala Kooperetîfan a Şedadê, bi armanca bilindkirina asta aboriya şêniyên navçeyê gelek proje bicih anî.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di sala duyemîn a xwendinê li navçeya û gundewarên Eyn Îsayî hejmareke zêde ji şagirtan berê xwe dane dibistanan. Mamoste jî hewl didin nifşekî nû ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Avê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 9 hilmijên kilorê aktîf kir. Ev hilmij ava vexwarinê pak dikin û bi rêjeya 9 hezar metre sê goşe di saetekê de avê dighîne  bajarê Reqayê û gundewarên wê. Her wiha ji bo aktîfkirina hilmija bîra El-Heşim a gundewarên rojava xebat têne meşandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA