Nexşandina mezintirîn tabloya dara zeytûnê bi dawî bû

3 şêwekaran di çarçoveya alîkariya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi hevkariya Weqfa Jinên Rewşenbîr ên Herêma Cizîrê, nexşekirina mezintirîn tabloya dara zeytûnê bi dawî kir.

Nexşandina mezintirîn tabloya dara zeytûnê bi dawî bû
Nexşandina mezintirîn tabloya dara zeytûnê bi dawî bû
3 cotmeh, 2018   11:45

QAMIŞLO

Di çarçoveya helwestên piştgiriya ji bo qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê, 3 şêwekaran bi hevkariya Weqfa Jinên Rewşenbîr ên Herêma Cizîrê tabloyeke mezin a dara zeytûnê bi dirêjahiya 10 metreyan û bi firehiya 5 metreyan bi dawî kir.

Li jêra tabloyê bi zimanên erebî û kurdî gotina "Efrîn dê hêşîn bimîne" hate nivîsandin. Tê payîn ku ev tablo li bajarê Qamişlo were daliqandin.

ANHA