Wezîrê Karê Hundirîn ê Fransayê îstîfa kir

Wezîrê Karê Navxwe yê Fransayê Gerard Collomb îstîfa kir.

Wezîrê Karê Hundirîn ê Fransayê îstîfa kir
3 cotmeh, 2018   09:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Hundirîn ê Fransayê Gerard Collomb ji karê xwe îstîfa kir. Collomb got Serokkomar Emmanuel Macron qebûl nekiriye lê ew di vê mijarê de biryardar e.

Collomb têkilî îstîfaya xwe got, îstîfa wî teqez e û ew ê li Lyonê vegere.

Collom got ji Parîsê zêdetir ew ji Lyonê hez dike ku şaredariya wir dikir û piştî peywira wezîrê hundirîn bi cih anî, piştî ku îstîfaya xwe daye Georges Kepenekîa hatiye şûna wî, wê li gorî pêvajoya yasayî dîsa dest bi vê peywira xwe bike.

Serokkomar Macron biryara îstîfaya ya Collomb ku yek ji destekvanê girîng ê kabîneya wî bû, qebûl nekiribû.