Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Çeteyên girêdayî Tirkiyeyê hebûna hêzên Rûsyayê li devera bê-çek qebûl nakin. Tirkiye herêmên ku dagirkirine baweriyên li gorî rêxistina Ixwan Muslimîn belav dike. Rûsya û Amerîka xebatên xwe li ser erdê zêde kirine.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
3 cotmeh, 2018   07:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa devera bê-çek a li Idlibê û hebûna Rûsya û Amerîka di Sûriyeyê de. rojnameyan behsa hilbijartina serokkomarê Iraqê  kirin û erkdarkirina namzetê biloka mezintirîn di parlemanê de "çaksazî û jinûve avakirinê" ji bo avakirina hikûmeta nû kirin. her wiha dosya lihevhatina Filistînê û rewşa li Yemenê girtin dest.

El-Qudis El-Erebî: Opozîsyona Sûriyeyê; Tirkiyeyê soz da ku dewriyetên Rûsya derbasî devera bê-çek a Idlibê nebin

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewş dawî li Idlibê kirin û rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku hêzên opozîsyonê yên li Idlibê meşandina dewriyetên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyeyê li devera bê-çek qebûl nekirin. Enqereyê jî ragihand ku hêzên Rûsya li deverê nahê belavkirin.

El-Ereb: Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyeyê tişta ku di Sûriyeyê de maye dixwe

rojnameya El-Ereb behsa siyasetên Tirkiyeyê li herêmên Sûriyeyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin kir û got ku serokatiya karûbarên olî ya Tirkiyeyê "Diyanet" bi roleke bi guman radibe ku beşekî ji baceya xwe ji bo pilankirina mayîndina demeke dirêj di Sûriyeyê de vediqetîne.

Diyanet beşekî mezin ji vê berpirsyariyê digire ser xwe  bi taybet girêdayî pilanên belavkirina ola îslamî ku ji baweriya Tirkiyeyê hatiye wergirtin. Her wiha baweriyên ku li gorî rêxistina Ixwam Muslimîn ku yek ji pêkhateyên sereke ya fikra Erdogan e.

Şerq El-Ewsat: Mosko tevgera hêzên xwe di Sûriyeyê de piştî biryara şandina S-300 ji Şamê re zêde dike

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku tevgerên leşkerî yên hêzên Rûsyayê di Sûriyeyê de piştî biryara xurtkirina hêza parastina ezmanî ya Şamê û şandina fûzeyên S-300 zêde bûye.  Pisporên leşkerî yên Rûsya diyar kirin ku Mosko tedbîrên bicihkirina fûzeyên S-300 temam kirine. Her wiha teknolojiya tevlîhevkirina elketronîk li ser axa Sûriyeyê jî bi cih kirine.

El-Heyat: Amerîka destwerdana xwe di Sûriyeyê de zêde dike; dîplomasiyên xwe zêde dike û hêzan perwerde dike

Rojnameya El-Heyat ji aliyê xwe ve behsa mijara zêdebûna destwerdana Amerîka di çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya siyasî û leşkerî de kir. Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jîms Matîs ragihand ku hejmara dîplomasiyên Amerîkî di Sûriyeyê de du qatî bûne, nemze bi nêzîkbûna têkşikandina leşkerî ya DAIŞ'ê re. her wiha diyar kir ku qonaxa piştî têkşikandina DAIŞ'ê pêdivî bi peydakirina rewşeke aram heye da ku endamên DAIŞ'ê di Sûriyeyê de careke din dernekevin. Di nava wê de avakirina hêzeke leşkerî ya hundirîn û perwerdekirina wan li ser destên şêwermend û pisporên Amerîkî. 

Matîs di civîneke çapemeniyê de bi hevpîşeyê xwe yê Fransî Florans Parlî li Parîsê got ku dîplomasiyên Amerîkî yên di Sûriyeyê de hejmara wan du qatan hate zêdekirin.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê  rojnameyan behsa çalakiya siyasî û avakirina hikûmeta nû kirin. rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berhem Salih serokkomarê Iraqê " rojnameyê diyar kir ku piştî pêşbirkeke dijwar bi taybet di navbera Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) ku Berhem Salih weke namzetê xwe nîşan dabû û Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ku Fûad Hisên weke namzetê xwe nîşan dabû, di encamê de Berhem Salih bi ser ket.

Rojnameya El-Ereb jî behsa xebatên avakirina hikûmeta nû kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Serokê Iraqê  Berhem Salih ji bo avakirina hikûmetê Adil Ebid El-Muhdî ji bo paya serokwezîrtiyê erkdar kir."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat behsa xebatên ji bo agirbest kirin û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hewldanên rawestandina şerê Hosiyan têk çû û şandeyeke wan li Tehranê ye".

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya El-Ereb behsa xebatên lihevhatina Filistînê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas û El-Fetih mijara lihevhatina Filistînê ber bi mercên ne pêkan ve dibin."