Pirtûk dostê herî nêzîk ji mirovan re ye

Li bajarê Minbicê du pirtûkxane ku bi deh hezaran pirtûk têde ne, hene. Rojane bi dehan kes serdana pirtûkxaneyan dikin. Tevî hejmara kesên ku diçin pirûkxaneyan kêm e, lê rêveberên pirtûkxaneyan dibêjin ku bi destpêkirina sala nû ya xwendinê, wê hejmara kesên werin pirtûkxaneyan zêde bibe.

Pirtûk dostê herî nêzîk ji mirovan re ye
Pirtûk dostê herî nêzîk ji mirovan re ye
Pirtûk dostê herî nêzîk ji mirovan re ye
Pirtûk dostê herî nêzîk ji mirovan re ye
Pirtûk dostê herî nêzîk ji mirovan re ye
3 cotmeh, 2018   07:15

SELWA ABDULREHMAN / MINBIC

Pirtûkxane cihê ku rewşenbîr û hezkiriyên xwendinê hembêz dike. Pirtûkxane bi armanca teşwîqkirina civakê li ser xwendina pirtûkan û zanakirina wê têne vekirin. Li bajarê Minbicê du pirtûkxane hene. Yek ji wan ji aliyê DAIŞ`ê hatibû talankirin.

Yek li dibistana amadehî ya Şeriî û ya din jî Pirtûkxaneya bi navê Mihemed Menla Xizêl a navnedî ye. Di her du pirtûkxaneyan de bi deh hezaran pirtûk heye.

Pirtûkxaneya dibistana amadehî ya Şeriî

Ev pirtûkvxane di sala 1977'an de hate avakirin. Rêveberiya dibistanê di dirêjahiya gelek salan heta 2014'an de gelek pirtûk pêşkeşî pirtûkxaneyê kiriye û hejmara wan gîha 6 hezar pirtûk.

Di heman salê de yanî 2014'an çeteyên DAIŞ'ê bajarê Minbicê dagir kirin û gelek pirtûkên dibistanê û bi taybet pirtûkên girêdayî rêgeza El-Sefewî şewitandin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi desteka QSD'ê bajarê Minbicê di 12'êTebaxa 2016'an de rizgar kirin. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê jinûve dest bi sererastkirina pirtûkxaneyê kir û pirtûkên ku dîtine radestî rêveberiya pirtûkxaneya dibistanê kir.

Niha jî rêveberiya dibistana amadehî ya Şeriî pirtûkan ji nû ve dabeş û tomar dike.

 Ev pirtûkxane weke lêvegerek ji hemû xwendekarên dibistanê û hezkiriyên xwendin û zanistê re. Tê de gelek pirtûkên dîrok, erdîngarî, El-Tesewof, exlaq, zimanê erebî, zanistên pirtûka pîroz, El-Sune, El-Şerîa û gelek pirtûkên nûjen hene. 

Pirtûkxaneya Menla Xizêl a navendî

Ev pirtûkxane di 15'ê Tebaxa 2018'an de li bajarê Minbicê li ser riya Helebê hate vekirin. Pirtûkxane gelek pirtûkên wêjeya Ewrûpayê weke wêjeya Îtalî, Ispanî, Rûsî, Fransî û gelek nexşeyên cîhanî û erebî dihewîne.

Her wiha di pirtûkxaneyê de pirtûkên felsefî, pirtûk derbarê serdemên El-Cahîlî, El-Ebasî, El-Umewî, gelek pirtûkên zanyarî, wêjeyî, siyasî û hwd hene.

Li pirtûkxaneyê zêdetirî 20 hezar pirtûk hene. Têkildarî mijarê helbestvanê bi navê Ehmed El-Yûsif ê ku ji Minbijê ye diyar kir ku piştî hemû pirtûk werin arşîfkirin, wê hejmara zelal a pirtûkan diyar bibe.

Li gorî çavdêrê pirtûkxaneyê Xalid El-Hec Mihemed da zanîn ku di vê mehê de tenê 60 kes serdana pirtûkxaneyê kirine û zêdetirî 55 kesan jî ji bo xwendinê pirtûk birine û wê piştre vegerînin.

Li gorî berpirsên pirtûkxaneyan ên Mijbicê dibêjên ku hejmara kesên ku serdana pirtûkxaneya bikin û bixwînin, bi destpêkirina sala perwerdê ya nû dê zêde bibe.

(şx)

ANHA