Berhem Salih erka avakirina hikumetê da Adil Abdulmehdî

Berhem Salih ku şevê din di Parlamentoya Iraqê de ji bo Serokkomariyê hate hilbijartin peywîra avakirina hikumetê da Adil Abdûlmehdî.

Berhem Salih erka avakirina hikumetê da Adil Abdulmehdî
3 cotmeh, 2018   06:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî yasaya Iraqê eger ku nava 30 rojan de hikûmet neyê avakirin, Serokkomar ji bo avakirina hikumetê wê kesek din erkdar bike. Kesê duyem jî divê di nava 15 rojan de hikûmetê ava bike.

Adil Abdulmehdî kesayetek siyasî û serbixwe yê dinava Şîeyan de ye. Di sala 1942’an de ji dayîk bûye. Hêjî di temenê xwe yê ciwaniyê de tevlî siyasetê bûye. Berê endamê Rêveberiya Encûmena Bilind a Şoreşa îslamî ya Iraqê bû. Adil di navbera salên 2006-2010’an de alîkarê serokkomar bû û sala 2014’an de jî erka Wezareta Petrolê girtibû. Abdulmehdî sala 2016’an îstifa kir û wê niha jî erka pêkanîna hikumetê bimeşîne.

Li Iraqê piştî hilweşandina rejîma Saddam cara destpêkê ye ku ji derveyî Partiya Dava siyasetmedarek ji bo avakirina hikumetê tê erkdarkirin.