Dêra Ermen a dîrokî careke din  hate vekirin

Ermaniyên kantona Girê Spî Dêra Selîb (Xaçe) ya ku dîroka wê vedigere sala 1924'an ji nû ve vekirin. Komên çete yên DAIŞ'ê dema ku bajarê Girê Spî dagir kiribûn, dêr veguherandibûn bargeheke leşkerî.

3 cotmeh, 2018   06:48

GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Piştî 3 salan li ser rizgarkirina bajarê Girê Spî ji destê DAIŞ'ê, pêkhateya Ermen dêra ku DAIŞ'ê ji xwe re weke girtîgeh û noqteyek leşkerî bi kar dianîn, ji nû ve vekirin.

Di dema dagirkirina DAIŞ'ê ji bajêr e, çeteyan hemû wêneyên sembolîk ên pêxember Îsa şewitandin û xaça li ser dêr rakirin. Çeteyan beşek ji qata jorê ya dêrê kiribûn girtîgeh, beşek jî kiribûn cihê fêrkirina bikaranîna çek û bombeyan û beşek jî weke hola civînan bi kar dianîn.

 DAIŞ'ê nehiştin ku pêkhateya Ermen rêûresmên xwe yên olî bi cih bînin. Ji ber wê pêkhateya Ermen bi awayekî veşartî di malê xwe de rêûresmên xwe pêk dianîn.

Piştî rizgarkirina Girê Spî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve, pêkhateya Ermen dest bi restorekirina dêrê kir û ji nû ve xaça dêrê li ser dêrê daliqandin.

Têkildarî mijarê jinek ji pêkhateya Ermen a bi navê Losyan Matosyan a ji Girê Spî got wê û bi alîkariya Ermeniyên ku li Girê Spî bi cih bûne li ser hesabên xwe xebatên restorekirina dêrê meşandine. Losyan diyar kir ku dêr hê jî bi hewcedariya restorekirinê ye.

Losyan destnîşan kir ku di dema DAIŞ'ê de Ermen ji rêûresmên xwe yên olî mehrûm mabûn.

Her wiha Losyan bi bîr xist ku dema dêr vekirine gelek derzî û hebên hişbirê têde dîtine. Losyan da zanîn ku dêra ku tê de fêrî zimanê dayîkê dibûn, DAIŞ'ê vegerandibû hola perwerdekirina çek û bombeyan.

Di dawiya de Losyan tekez kir ku wan xaç li ser dêrê ji nû ve daliqandine û bi awayekî azad rêûresmên xwe yên olî pêk tînin.

(şx)

ANHA