ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.10.2018
1 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li Efrînê didomînin, li hemberî wî çalakiyên YPG, YPJ û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûna dagirker hejand û tirs di nava dagirkeran de çêkir. (BI WÊNE)

-Cenazeyê şervanên QSD‘ê Ehmed El-Salih û Ramî El-Menfî yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar têne veşartin, saet 16:00. Li bajarê Qamişlo jî ji bo şervanê QSD‘ê Sahir El-Hesen (Zagros) ê di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bibû sersaxî tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên bajarê Hesekê bang li hiqûqa mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî kirin ku xwedî li erka ya mirovî derkevin û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Buroya têkoşînê ya li dijî sucên rêxistinkirî ya kampa Eyn Îsayê sedema mirina pitikê bi navê Mihemed Emar El-Hisên diyar kir. Rêveveriya Kampê jî soz da ku ew tedbîran asê bikin da ku buyerên bi vê awayî careke din dûbare nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Yekem car bû ku cihê xwe di cenga Berxwedana Serdemê de digire, li gel hevalên xwe li djiî hêzên dagirker destanên qehremaniyê li gundê Şêxurêz nîşan dan, çend caran rastî êrîşên bi çekên kîmyewî hatin, lê xweza ew hembêz dike û ji êrîşan xilas dike. Her wiha bi koma herekelî re beşdar berxwedana gundê Qîlê dibe û bi zehmetî xwe xilas kir. Ev bû kurte çîroka Agirî Hawarê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serdarê "Pêşmergeyên Roj" Riyad Selahedîn ku yek ji fermandarê Pêşmergeyên Roj û jê veqetiyaye, lêhûrbûnên armanca avakirina koma Pêşmergeyên Roj û bikaranîna wê ji aliyê dewleta Tirk û rayedarên Başûrê Kurdistanê ve ji bo derbeyê li destkeftiyên gelê Rojava bidin, aşkera kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Welatiyên Efrînê ji dema dagirkirina artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê li Efrînê ve, rastî kuştin, revandin, îşkence û talanê tên. Li vir têkildarî armanca dewletên ku Ragihandina Navneteweyî ya Mafên Mirovan hûnandine, nakokiyên mezin derdikevin holê.

JIN

- Navenda Aboriya Jin a navçeya Dirbêsiyê gelek projeyê taybet ji bo jinan pêk anîn û roleke mezin di perwerdekirin û pêşxistina wan lîst. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê di roja 6‘an de dewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a Navçeya Tirbespiyê bi alîkariya Navenda Şopdarên Rojê pêşengeheke wêneyên fotografî li Akademiya Şehîd Yekta Herekol vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, wan 700 rewşên astengdariya derûnî û bedenî tomar kirine, piraniya wan qutbûna dest û lingan in. Têkildarî mijarê endama rêveber a Buroya Astegdaran a Taybet bang li hemû rêxistinan kir ku alîkarî ji wan re pêşkeş bikin.

- Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê ji piştî rizgarkirina navçeyê ji komên çete yên DAIŞ‘ê avahîsazî pêk ket. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Piştî ku mayîna çeteyan pê ve teqiya zarokên wê texmîn dikirn ku jiyana xwe ji dest da, lê ji mirinê filitî lê destê xwe yê rast wihda kir. Niha Komîna Şehîd Canda Welat a Taxa Şêxmeqsûd pê re dibe alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo ruxmî derfetên xwe yên sînordar jî, bê navber xizmeta welatiyan dike û bi nêzîkbûna zivistanê re gelek projeyên xizmetguzariyê dê bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmara xwendekarên dibistanên Minbic û gundewarên her sal ji ya din zêdetir dibin. Bi destpêkirina sala perwerdê ya nû hejmara xwendekaran gîha 130 hezarî. Ji aliyê xwe ve hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Buseyna El-Hisên texmîn kir ku ev hejmar dê bighêje 150 hezar xwendekaran. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA