Şervanê QSD‘ê Zagros bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Bi sedan kesî cenazeyê şervanê QSD‘ê Zagros yê ku di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Şervanê QSD‘ê Zagros bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şervanê QSD‘ê Zagros bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şervanê QSD‘ê Zagros bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şervanê QSD‘ê Zagros bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Şervanê QSD‘ê Zagros bi merasîmeke girseyî hate veşartin
30 îlon, 2018   18:42

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîmê oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Sahir El-Îsa (Zagros) bûn, yê ku 28‘ê Îlona di Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya  Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bibû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest . Mihyedîn got: "Şehîd pêşengehên me yên manewî ne."

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên El-Ezam aixvî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ezam bal kişand li ser hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê li hemberî êrîşan.

Ji fermandarên QSD‘ê Mihemed Zêdan jî di merasîmê de axivî û bi navê hêzên leşkerî soza şopandina riya şehîdan da.

Birayê şehîd Zagros, Şahir axivî û soza da ku ew ê çeka birayê xwe li erdê nehêle û dê riya wî bidomîne.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tîlîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA