Rêxistina Fransî piştî Kobanê serdana Dirbêsiyê kir

Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid a Fransayê serdana navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê û Radioya Dirbêsiyê kir.

Rêxistina Fransî piştî Kobanê serdana Dirbêsiyê kir
Rêxistina Fransî piştî Kobanê serdana Dirbêsiyê kir
Rêxistina Fransî piştî Kobanê serdana Dirbêsiyê kir
30 îlon, 2018   15:42

HESEKÊ

Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid a Fransayê ku  ji Hugu Deverwarin , Ameli Banzit pêk tê  tevî  nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xalid Îsa piştî gera xwe ya li Kobanê bi dawî kirin serdana bajarê Dirbêsiyê yê kantona Hesekê kir.

Endamên rêxistinê tevî Xalid Îsa îro serdana navenda Çand û Hunerê û Radioya Dirbêsiyê FM kirin û kar û xebatên wir ji nêz ve şopand.

Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid  a Fransayê  li gelek welatên ku şer û alozî lê hene, kar dike û taybet destek dide rojname û radioyên herîmî.

ANHA