Li Eyn Îsa mazota zivistanê tê belavkirin

Komîteya Sedkob a Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa mazota zivistanê li welatiyên navçeyê û gundên wê belav dike.

Li Eyn Îsa mazota zivistanê tê belavkirin
Li Eyn Îsa mazota zivistanê tê belavkirin
Li Eyn Îsa mazota zivistanê tê belavkirin
29 îlon, 2018   12:34

GIRÊ SPÎ

Belavkirina mazotê bi rêka kartên ku her malbatekê standibûn, tê belavkirin û her malbatek ku karta wan hebe 200 lître mazot bi buhayê 55 lîreyên Sûriyeyê distîne.

Belavkirina mazotê îro dest pê kir û dê heta tevahiya navçeyê mazotê bistîne, dewam bike.

Der barê mijarê de, berpirsyarê belavkirina mazotê de Mistefa Qadir axivî û wiha got: "Îro me dest bi belavkirina mazotê kir, ji ber ku demsala zivistanê nêz bûye û dê heta ku hemû welatî mazotê bistînin, dê dewam bike."

Mistefa Qadir got ku wan dest bi belavkirina mazotê kir û dê heta zivistana bê careke din jî belav bikin.

(jo)

ANHA